Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî: Hesab ji Tirkiyeyê bipirsin

Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyeyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku li hember êrişan berpirsyariyên xwe bi cih bînin û hesab ji dewleta Tirk bipirsin.

Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî: Hesab ji Tirkiyeyê bipirsin
6 kanûn, 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate gotin: "Em Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî bi hevkariya hevkarên xwe yên di Yekitiya Ragihandina Azad a li Sûriyeyê de êrişên domdar ên li ser pêkhateyên gelê Sûriye; Ereb, Kurd, Suryan, Asur, Ermen, Çerkes û hwd bi tundî şermezar dikin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Di heman demê de em êrişên Tirkiyeyê yên li ser serdestiya xaka Sûriyê û rûmeta welatiyên wê bi tundî şermezar dikin. Dîsa em teqeziyê li ser peymanên NYˈyê û biryarên navneteweyî yên destnewerdana li karên navxweyî yên welatan dikin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyeyê sûcekî dermirovî ne, divê hesab jê bê pirsîn. Bang li civata navneteweyî û Konseya Mafên Mirovan a Navneteweyî hat kirin ku li hemberî binpêkirin û komkujiyên li dijî Sûriyeyê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û hesab ji sûcdaran bipirsin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk serdestiya xaka Sûriyeyê binpê dikin, çareseriyên aştiyane asteng dikin û têkoşîna li dijî terorê lawaz dikin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hat kirin; êrişên Tirkiyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê yên li dijî pîvanên Neteweyên Yekbûyî û qanûnên navneteweyî bibînin û divê hêzên Tirk dimildest ji Efrîn, Idlib û tevahî herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî vekişin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku diyalogên navxweyî rêya yekane ya çareseriya siyasî ya aştiyane ne.

Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî bang li tevahî saziyên ragihandin û desteyên hiqûqî kir ku tundiya li ser sivîlan şermezar bikin, sûcan belge bikin û dengê qurbaniyan bigihînin cîhanê.

(bb)

ANHA