Di rêwîtiya koçkirinê de hevjîn û 3 zarokên xwe winda kirin

Di dema rêwîtiya koçberkirina bi darê zorê de ku welatiyên Efrînê cara duyem ji Şehbayê ber bi kantonên Reqa û Tebqayê ve koçber bûn, malbata Nisrîn Hisên ji hev belav bû. Di vê rêwîtiyê de têkiliya Nisrînê bi hevjînê wê û 3 zarokên wê re qut bû.

Di rêwîtiya koçkirinê de hevjîn û 3 zarokên xwe winda kirin
6 kanûn, 2024   12:30
TEBQA

Nisrîn Hisên bi darê zorê ji herêmên Şehbayê koçber bûye û di dema koçkirina ji Şehbayê ber bi kantona Tebqayê ve, têkiliya wê bi hevjînê wê û 3 zarokên wê re qut bû.

Berî çend rojan karwanên koçberan ji gundewarên kantona Efrîn û Şehbayê ber bi kantonên Tebqa û Reqayê ve bi rê ketin. Rêveberiya Xweser ragihand ku heta niha zêdetirî 100 hezar kes gihaştine herêmê.

Nisrîn ku ji ber êşa malbata xwe hêsirên xemgîniyê dibarîne, got: "Piştî ku em di sala 2018’an de ji Efrînê koçber bûn, ez li gel malbata xwe ya ji 8 kesan pêk tê, li Kampa Serdem a Şehbayê dijiyam.”

Nisrîn bi xemgînî dewam kir: “Ez bi 3 zarokên xwe yên mezin re bi peyatî ji Şehbayê derketim di rêwîtiya koçberiya duyem de, hevjînê min bi 3 zarokên min ên biçûk re li ser motorsîklêtê bûn, dema em gihaştin bendeke kontrolê, hevjînê min got ew ê hinekî bi pêş de here da ku rewşa rê nas bike, lê ew û 3 zarok winda bûn.”

Nisrînê çîroka xwe weha dewam kir: “Ez û 3 zarokên xwe yên mezin li ser rê bi karwan re man heta ku em gihaştin Tebqayê, lê hevjînê min û zarokên min ên din hîna jî winda ne, ez pir li wan geriyam lê hîna min ew nedîtine.”

Nisrîn Hisên hêvî dike ku hevjîn û zarokên wê bi silametî li wê vegerin.

(k)