Li Barzan leşkerên dagirker, cerdevan û DAIŞʹê hatine bicihkirin

Di dîmeneke medyaya dîjîtal a hatiye parvekirin de, leşkerên dagirker, cerdevan û çeteyên DAIŞ’ê li her derê herêma Barzanê bicih bûne û dadikevin nav qadên jiyanê yên gel.

Li Barzan leşkerên dagirker, cerdevan û DAIŞʹê hatine bicihkirin
2 îlon, 2024   19:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK di dijminatiya xwe ya li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê de êdî tu sînoran nasnakin. Di çarçoveya dagirkirina Başûrê Kurdistanê de dewleta Tirk a dagirker hemû daxwazên xwe bi malbata Barzanî û partiya wan PDK’ê da qebûlkirin, piştre bi bi deh hezaran leşker leşker, bi sedan tank, top û wesayîtên zirxî anîn ser xaka Başûrê Kurdistanê.

Li aliyekê dewleta dagirker ji bejahî û hewayî ve bi hemû hêza xwe û çekên herî modern yên NATO’yê li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ceriband, her wiha çekên qedexekirî, kîmyawî û tektik nukleer li ber çavê hemû cîhanê bikar anî, lê li beramberî berxwedana bêhempa ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nekarî encam bigire.

Hêviya dewleta Tirk û PDK tenê mabû çekên kîmyawî û balafirên bêmirov, lê gerîlayên azadiya Kurdistanê bi pêşxistina çekên parastina hewayî ku ev yek weke mizgîniya Newroza 2024’an belav kir, dest bi xistina balafirên bêmirov yên dewleta Tirk yên herî pêşketî ku di nav qada navnetewî de pesnê xwe pê dida kir û heta niha bi dehan balafirên bêmirov yên artêşa qirker xistin xwarê.

Piştî ku ev hêviya dewleta Tirk a bi balafirên wan yên bêmirov jî ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve hate şikandin, vê carê dest bi anîna çeteyên hov ku para xwe ji tu exlaq û pîvanên mirovahiyê negirtine, li Iraq û Sûriyeyê bû sedema qetilkirin û windakirina bi sedhezaran mirovên bêguneh, kiriye.

Dewleta Tirk û çeteyên wê derba herî giran ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Mexmûr û Şengalê ji destê gerîla û şervanên ji felsefe û bîrdoziya Apoyî bawer dikin xwar, vê carê dixwaze tola xwe û DAIŞ’ê bi anîna çeteyên DAIŞ’ê li nav xaka Başûrê Kurdistanê ji Tevgera Azadiya Kurd veke, lê li gor tê dîtin dê ev xeyala wan jî weke xeyala Mîsaqî Mîlî ya tûraniyan tenê di asta xeyal de bimîne.

Di vê çarçoveyê li gor dîmenekê ku di medyaya dîjîtal de hatiye parvekirin, leşkerên dagirker, cerdevan û çeteyên DAIŞ’ê li her derê herêma Barzanê bicih bûne û dadikevin nav qadên jiyanê yên gel.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 7’ê Tîrmeha 2024’an de Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre YNK’ê ragihandibû ku zêdetirî 300 çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê dewleta Tirk ve li herêma Berwarî Bala hatine bicihkirin.

Her wiha di rapora Navenda Belgekirinê ya di 23’yê Tîrmeha 2024’an de jî hatî belavkirin de, tê gotin 300 çeteyên DAIŞ`ê li Başûrê Kurdistanê hatine bicihkirin.