NRLS'ê li ser tevgerên Kurd û dosyaya koçberan panelek li dar xist

NRLSʹê bi navêʹ Koçber û tevgera siyasî ya Kurd li Rojavayê Kurdistanêʹ panelek li dar xist.

2 îlon, 2024   18:45
QAMIŞLO

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) bi navê "Koçber û tevgera siyasî ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê" li hola Zana ya bajarê Qamişlo panelek li dar xist. Di panelê de nûnerên partiyên siyasî, tevger û rêxistinên siyasî, rewşenbîr, saziyên olî û hiqûqî, lêkoler û kesayetên civakî beşdar bûn.

Di panelê de endamê Desteya Rêveber a NRLS'ê Kurdyar Dirêî li ser siyasetên koçberkirinê yên li dijî gelê Kurd di dîrokê de û di dema niha de û zehmetiyên li pêşiya koçberan axivî.

Dirêî diyar kir ku piştî Tirk koçberî Anadol û Rojhilata Navîn bûn wan Kurd koçber kirin, Ermen qir kirin û li dijî Suryanan komkujî pêk anîn û got: "Wan 700 hezar Kurd koçber kirin. Her wiha Ermenan jî hîn êşên qirkirinê ji bîr nekirine. Di serdema Ataturk de şoreş û serhildanên gelê Kurd wek şoreşa Şêx Seîd, şoreşa Dêrsim, şoreşa Agirî û ya Geliyê Zîlanê hatin tunekirin û Kurd ji herêmên xwe hatin koçberkirin."

Dirêrî destnîşan kir ku di serdema Sedam Husên de di Enfalê û komkujiya Helebceyê de zêdetirî 180 hezar Kurd hatin kuştin û di serdema şahê Sefewî yê Rojhilatê Kurdistanê de ji ber sedemên siyasî 500 hezar Kurd hatin koçberkirin.

Her wiha Dirêî diyar kir ku piştî erdheja li Bakurê Kurdistanê demografiya herêmên Kurdan hatin guhartin û got: "Li deverên dagirkirî yên Sûriyeyê wek Efrîn, Girê Spê û Serêkaniyê jî demografî tê guhartin, mal û milkên niştecihên resen tên desteserkirin, xweza tê xerakirin û jiyan li Efrînê tê tunekirin."

Dirêî da zanîn ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker 700 hezar mirov ji Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi darê zorê hatin koçberkirin.

Piştre sînevîzyonek li ser zehmetiyên li kampan û bangên wan ên nîqaşkirina rewşa kampan li ser asta navneteweyî hat pêşandan.

Di rûniştina yekê de NRLS'ê amarên anketê ku berî demekê li ser piştgiriya partiyên siyasî ji koçberan re çêkiribû, aşkera kirin. Her wiha hat diyarkirin ku partiyên siyasî doza koçberan nexistina nav lîsteya xebatên xwe yên girîng.

Her wiha beşdaran bang li tevgera siyasî ya Kurdî kir ku di aliyê dîplomasî de zextê li aliyên navneteweyî bikin da ku berê xwe bidin koçberan û ji bo vegerandina wan li warê xwe û bidawîkirina dagirkeriyê bixebitin.

Beşdaran banga damezirandina komîteyekê ji bo ku li derveyî Sûriyeyê serdanan bike û di civînên navneteweyî de doza koçberan bide pêş û zextê li raya giştî ya cîhanê bike, kir.

Her wiha beşdaran teqezî bi girîngiya yekrêziya siyasî ya Kurdî da.

(mh)

ANHA