Çarçoveya Hemahengî Elî Zeydî ji bo erka serokwezîrtiyê diyar kir

Çarçoveya Hemahengî piştî bi dehan civînan Elî Zeydî ji bo erka Serokwezîrtiyê Iraqê diyar kir.

Çarçoveya Hemahengî Elî Zeydî ji bo erka serokwezîrtiyê diyar kir
27 nîsan, 2026   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsˊê, Çarçoveya Hemahengî di saetên şevê de bi peyamekê ragihand ku civîneke girîng li Koşka hikûmetê ya li Bexdayê kirine û cihê wê sembolî ye ku nûnertiya domdar a dewletê dike.

Di peyamê de spasiya hem Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Hevpeymana Dewleta Yasayê Nûrî Malikî hatiye kirin ku namzetên xwe vekişandiye ji bo erka serokwezîrtiyê ya hikûmeta bê.

Herî dawî di peyamê de hatiye ragihandin ku hilbijartina Elî Zeydî namzetê Koma Çarçoveya Hemahengî ye ku li Parlamentoyê koma herî mezine.