Li başûrê Lubnanê teqîn û tevgerên leşkerî

Li hejmarek deverên başûrê Lubnanê Îsraîlê teqîn, topbaran, tevgerên leşkerî û şewitandina malan pêk anîn.

Li başûrê Lubnanê teqîn û tevgerên leşkerî
22 îlon, 2026   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, Îsraîlê li hejmarek deverên başûrê Lubnanê teqîn û topbaran pêk anîn. Hemwextî wê tevgerên artêşa Îsraîlê çêbûn û malên li bajarokê Xiyam hatin şewitandin.

Ajansa Nûçeyan a Lubnanê daxuyand ku artêşa Îsraîlê 2 teqîn li bajarokê Mensorî pêk hatin, di heman demê de Îsraîlê bajarokê Zotera Şerqiyê topbaran kir.

Li navçeya Mercîiyon a parêzgeha Nebetiyê wesayîteke Îsraîlî li têketina bakurê bajarokê Xiyam ji aliyê herêma Hemam ve bi cih bû.

(f)