Rojnamevan Seyîd Evran li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnamevanê şehîd Seyîd Evran li ser gora xwe ji aliyê rojnamevanan ve hat bibîranîn.

Rojnamevan Seyîd Evran li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamevan Seyîd Evran li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamevan Seyîd Evran li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamevan Seyîd Evran li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamevan Seyîd Evran li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamevan Seyîd Evran li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamevan Seyîd Evran li ser gora xwe hat bibîranîn
22 îlon, 2026   21:16
QAMIŞLO

Rojnamevanan bi boneya salvegera 3‘emîn a şehadetê rojnamevan Seyîd Evran, merasîmek li ser gora wî ya li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê li dar xist.

Di destpêkê de mûm li ser gora şehîd hat pêxistin, piştre hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Idrîs Henan axivî.

Idrîs Henan sersaxî da malbata şehîd Seyîd Evran û rola wî di warê ragihandina azad de vegot. Henan anî ziman ku şehîd mîrasek ji xebata çapemeniyê li pey xwe hişt û di salên şoreşê de çapemenî û rojnamevan bi pêş xistin.

Henan da zanîn ku xebatkarên çapemeniya azad ji ezmûna şehîd Seyîd Evran fêr bûn û soza berdewama xeta wî ya ragihandina heqîqetê da.

Di dawiyê de diruşmên “şehîd namrin” hatin berzkirin.

(f)