Li başûrê Lubnanê leşkerekî Îsraîlê hat kuştin, 7 birîndar bûn

Li başûrê Lubnanê ji ber teqîna bombeyekê leşkerekî Îsraîlê hat kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Li başûrê Lubnanê leşkerekî Îsraîlê hat kuştin, 7 birîndar bûn
18 hezîran, 2026   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro (Pêncşem) ragihand ku "Di dema operasyonên leşkerî li başûrê Lubnanê de" leşkerekî wê hatiye kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Artêşê bi daxuyaniyekê ku li ser X‘ê weşandiye diyar kir ku çawîşê yekemîn Alexander Filin (29) duh (Çarşem) di dema şer de hat kuştin û 7 heft efser û leşkerên yedek jî birîndar bûn.

Medyaya Îsraîlî jî li ser mijdarê ragihand ku li başûrê Lubnanê bi bombeyekê wesayîteke leşkerî hat hedefkirin.

 Her çendî ku piştî ragihandina lihevkirina Amerîka-Îranê, asta pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de kêm bûye jî, lê pevçûn û êriş li her du aliyên sînor ranewestiyane.

(bb)