Li Serêkaniyê xebata rakirina mayînan dest pê kir

Endamê Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29`ê Çileyê Mustefa Ebdî anî ziman ji bo vegera koçberên Serêkaniyê li warê xwe, xebeta rakirina mayînan dest pê kiriye.

Li Serêkaniyê xebata rakirina mayînan dest pê kir
18 hezîran, 2026   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca rakirina mayînan û vekirina rê li pêşiya vegera koçberên Serêkaniyê li cih û warê xwe, komîteyeke pispor hatiye avakirin.

Der barê mijarê de endamê Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29`ê Çileyê Mustefa Ebdî ji ajansa me re axivî.

Ebdî anî ziman ku ji bo rakirina mayînan û vekirina rê li pêşiya vegera koçberan, komîteya pispor hatiye avakirin ku ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Serêkaniyê û Firqeya 60‘î artêşê pêk tê.

Ebdî destnîşan kir ku nexşeyên cihên mayînan jî di nav de tevahî amadekariyên lojîstîkî amade ne da ku tîmên pispor dest bi rakirina mayîn û xetereyan bikin.

Mustefa Ebdî her wiha diyar kir ku rêya Til Temir-Serêkaniyê, her wiha rêya Dirbêsiyê-Serêkaniyê di demên dawîn de hatin vekirin, lê ber belavbûna mayînan tevgera çûn û hatinê li ser van rêyan tune ne. Her wiha îşaret pê kir ku rakirina mayînan dê rê li ber tevgera şênî û koçberan bike.

Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê, zêdetirî 80 hezar koçber li bende ne ku li gorî peymana 29‘ê Çileyê, bi awayekî ewle vegerin cih û warên xwe.

(bb)