Li başûrê Lubnanê kesek hat kuştin

Di şerê Îsraîl û Hizbullah ê li başûrê Lubnanê de kesek hat kuştin.

Li başûrê Lubnanê kesek hat kuştin
18 tebax 2024   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê li bajarokê Şeba yê navçeya Hasbeya ya başûrê Lubnanê motorsîklêtek kir hedef. Hate ragihandin ku di encamê de kesek hat kuştin.

Li gorî Ajansa National a Lubnanê (NNA), Hizbullah vê sibehê saet di 08.15’an de devera El Merc a Îsraîlê bi moşekan bombebaran kir.

(bb)