Rêxistina Sara biryara darvekirina Pexşan û Şerîfe şermezar kir

Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinan birayra darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî şermezar kir û bang li tevahî rêxistinên jinan kir ku li hemberî biryarê helwestê nîşanî bidin.

Rêxistina Sara biryara darvekirina Pexşan û Şerîfe şermezar kir
Rêxistina Sara biryara darvekirina Pexşan û Şerîfe şermezar kir
Rêxistina Sara biryara darvekirina Pexşan û Şerîfe şermezar kir
Rêxistina Sara biryara darvekirina Pexşan û Şerîfe şermezar kir
Rêxistina Sara biryara darvekirina Pexşan û Şerîfe şermezar kir
18 tebax 2024   12:24
HELEb

Endamên Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinan-Şaxê Helebê li ber avahiya xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê kom bûn. Endamên rêxistinê bi daxuyaniyekê biryara desthilata Îranê ya darvekirina rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvana mafên mirovan Şerîfe Mihemedî şermezar kir. Endama Rêxistina Sara Zeyneb Elîko  daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyan hate kirin û hate diyarkirin ku dewleta Îranê bi serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî re asta tundiyê zêdetir kiriye. Hate gotin: "Tevî ku rejîma Îranê bi îdeolojiya xwe ya olî ya tundaw û hişmendiya xwe ya baviksalar a paşverû hewl dide tevahî mafên jinan û gelê Îranê biçewisîne, lê gelê Îranê bi pêşengiya jinan serhildana azadiyê da destpêkirin."

Di daxuyaniyê de biryara darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku biryar li dijî qanûn û peymanên navneteweyî yên parastina mafên mirovan û rojnamevanan e.

Heman daxuyanî bi amadebûna nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên kantona Firatê, li ber avahiya Rêxistina Sara ya li bajarê Kobanê û li kampa Serdemê ya bajarokê Ehdasê yê Şehbayê hat xwendin.

(bb)

ANHA

hesekê

şehba

kobanê