YJA Star: Hevrê Berwar sûlava hezkirinê bû

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê fermandara fedaî Berwar Dersim bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Di şer û jiyanê de, gerîlatî û fermandariya demê li ser xeta Zîlan û Bêrîtan bi cih anî."

YJA Star: Hevrê Berwar sûlava hezkirinê bû
18 tebax 2024   11:25
NAVENDA NÛÇEAYN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, "Fermandara me ya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê û di heman demê de endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê fermandara hêja hevala me Berwar (Seyran Çomak) di 8'ê Tebaxa 2024'an de şehîd bû. Di serî de malbata Çomak a welatparêz a hêja bila serê gelê me yê welatparêz û jinan sax be, yek ji fermandarên pêşeng ên Şerê Gel ê Şoreşgerî fermandara me ya fedaî ya hêja hevrê Berwar bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziyê nû dikin."

Daxuyanî wiha ye:

 "Hevala Berwar li nava malbateke welatparêz a Elbakê ji dayik bû ku li vê herêmê çanda berxwedêr a Serhed û Botanê bi bandor e, li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta Tirk a faşîst qirker ti carî teslîmiyet qebûl nekiriye. Malbat û derdora wê ji ber welatparêziya xwe gelek caran rastî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst hat, Lê ti carî teslîmiyet qebûl nekir. Weke ku bi serê gelek malbatên me yên Kurdistanî hat, malbata Çomak jî zor û zehmetî dît, bi neheqî ji cih û warê xwe bû, ji ber van polîtîkayên dijmin jî neçar ma koçî Rojhilatê Kurdistanê bike. Hevala Berwar ji aliyekî ve polîtîkayên qirêj ên dijmin zû nas kir, li aliyê din bi hestên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo pêşketinên girîng li Kurdistanê afirand, mezin bû û kete bi nbandora têkoşîna gerîla, şehadetan û têkoşîna azadiyê ya jinê. Hevala Berwar ji zarokatiyê û pê ve ti carî nebû mirovek ji rêzê, salên ku çû dibistanê hîn bêhtir kete nava lêgerînan. Di sala 1999'an de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo gelekî bandor lê kir, nerazîbûna xwe ya li hemberî polîtîkayên dijmin hîn zêde bû û gihîşt wê encamê ku êdî naxwaze bibe parçeyek ji sîstema qirêj, hestên wê yên şoreşgerî şênber bû û biryar da ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe. Her wiha wê demê ji ber ku hevalên gerîla jî serdana malbata wê ya welatparêz a li Rojhilat dikir, hevala Berwar gelekî ji hevalan bi bandor bû û ji ber vê jî xwest tevlî bibe."

XETA ZÎLAN Û BÊRÎTAN BI CIH ANÎ

Hevala Leyla ji bo biçe Xinêre dema ku ji bo xatirxwestinê çû gel wan, hevala Berwar biryar da ku biryara xwe ya tevlîbûnê bixe meriyetê û tevî hevala Leyla bi rê ket, ji hevrê Şehîd Leyla Agirî hîn bû. Piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê dît, hevrê Berwar a ku ji Rêbertî gelekî bi bandor bû, tevlîbûneke ji rêzê li xwe neanî, ji bo li ser xeta PKK û PAJK'ê bibe milîtaneke pêşeng û fedaî ya Rêberê me biryar da ku tevlî karên Hêzên Taybet bibe. Ji ber ku dixwest di nava her şert û mercî de bi rengê Zîlan bijî û şer bike, di demeke kurt de bi pêş ket, piştî perwerdeyên îdeolojîk, leşkerî û branşê ji bo bersivê bide Rêbertî di çarçoveya Pêngava 1'ê Hezîranê de ji bo li refên pêş cih bigire, di sala 2004'an de li ser pêşniyara xwe derbasî Qada Dersimê bû. Li hemberî komployê û tasfiyekariya piştî wê rû da, helwesta xwe bi vî rengî nîşan da û heta sala 2013'an li Qada Dersimê bi rengekî çalak bi rola xwe rabû. Piştre biryara vekişînê ya ku Rêberê me da, ji xwe re kir esas û sala 2013'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vê derê beşdarî perwerdeya îdeolojîk bû û di bin sîwanê Hêzên Taybet de wezîfeyên girîng da ser milê xwe û bê fikar tevlî bû. Ji bo pêşengiyê ji Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li Bakur re bike û li ser bingeha tevlîbûna li pêvajoyê di sala 2016'an de tevî komek ji hevrêyên jin berê xwe da Eyaleta Serhedê. Li vê derê bi berpirsyariyeke dîrokî rabû, ji sala 2016'an heta şehîd bikeve wezîfeya Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê bi îdîa, biryardariyeke mezin meşand. Hevrê Berwar di şer û jiyanê de fermandarî û gerîlatiya demê li ser xeta Zîlan û Bêrîtan meşand.

BI BAWERIYA XWE YA BI QASÎ ÇIYAYÊ AGIRÎ QEWÎN BÛ HEVRÊYEKE MÎNAK

Hevrê Berwar bi eşqa xwe ya li jiyana azad, welatê azad û Rêbertî, bi bawerî, îrade û wêrekiya xwe ya bi qasî Çiyayê Agirî qewîn bû hevrêyeke mînak. Ji kêliya ku tevlî partiyê bû û heta şehîd bû, di nava her şert û mercî de bi îdeolojî û paradîgmaya Rêbertî tevgeriya, di her mijarê de xwe kûr kir, hişmendî, çand û rêbaza têkoşînê ya partiyê di kesayetiya xwe de bi cih kir, xet, pîvanên azadiya jinê di jiyanê de pejirand. Dema ku şer û pratîk gelekî giran bû bi ked, eşq, bawerî kesayetî, nasname û dilsoziya xwe nîşan da û bû milîtaneke fedaî ya Apoyî. Wate da her kêliya jiyanê, hevrêyên xwe ji her cûre nebaşiyan parast, di nava şert û mercên giran de jî hêvî da hevrêyên xwe, rê nîşan da, pavşerûtî ti carî qebûl nekir, têkoşîna îdeolojîk û zayendî bi rengê herî radîkal meşand, bi vê taybetmendiya xwe li her deverê di mijara parastina gerîlatî û jiyana partiyê de hêz û bawerî da hevrêyên xwe yên jin û mêr. Li hemû detayên jiyanê difikirî, li ser vê bingehê tevlî dibû, bi durustî, fedakarî, kedkarî û dilnizmiya xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet, hezkirin û dilsoziyê. Di nava PKK'ê de bingeha serketina fermandarekê/î ew e ku baweriyê bide hevrêyên xwe û hevrê Berwar jî ev hemû bi cih anî. Bi taybetmendiyên xwe yên gelparêz ên welatparêz bû kesayeteke xurt a rêxistinî. Hevala Berwar ku di gerîlatiya Bakur de bû hosta, bi saya dîsîplîna xwe û jîrbûyîna xwe ya pratîkî ya afirîner, gelek caran dijmin têk bir, bi qasî milîtaniya jinê ya azad gerîlatiya jinê jî tevlî xeta fermandariyê kir û bû yek ji fermandarên Şerê Gel ê Şoreşgerî yê demê. Hevrê Berwar ku bi qasî fermandariya xwe her wiha sabotajvan bû, ji Dersimê heta Serhedê gelek çalakî kir, teknîk xiste xizmeta taktîkê, bi cidiyeteke mezin di Şerê Gel ê Şoreşgerî de bi jêhatîbûna xwe her tim berê xwe da serketinê. Hevrêya me ku gotin û cewhera xwe yek bû, di nava her şert û mercî de neçareserî ti carî qebûl nekir, xwe spart hêza xwe, her tim bû çavkaniya hêz û moralê, li hemberî rastiya dijmin her tim bi hest û hilşmendiya tolhildanê tevgeriya û bû fermandareke bi vî rengî. Hevrê Berwar mîna sûlaveke hezkirinê bû. Di nivîseke xwe de ku îsal nivîsî bi van gotinan qala feraseta xwe ya hezkirinê kiribû: 'Hezkirina ji civakîbûn û jiyanê ya bi rengê jinê armanceke mezin e. Ji bo vê jî pêwîstî bi hesteke mezin a berpirsyariyê, hêza têgihiştinê heye. Di vê oxirê de bêwestandinê divê li hemberî paşverûtiyê têkoşîn û şer bê kirin. Afirandina nûbûnê jê re divê. Bêyî ku jê biqere, bêyî ku nêzîkatiyeke ezeztî bê kirin pêwîstî bi hezkirinê heye, divê bi çavê hezkirinê li her tiştî binere, bijî, bibe lehiyek ji hezkirinê, ber bi çem hemûyan biherike... Çawa ku li hemberî herikîna avê ti bend nikare bisekine, li hemberî hezkirinê jî kes nikare bisekine. Sînorê hezkirinê nîne. Avê dema ku cihek ji xwe re dît disekine, lê belê hezkirin mîna eşqekê bêdawî diherike. Hêz û enerjiyeke xwezayî ya bêdawî ye. Ez di wê baweriyê de me ku ev enerjî her tim ji dil diherike dil. Ji demên herî zehmet heta bi kêliyên fêhmkirina hev, her tim heye û wê hebe. Ez bi rengekî bê dawî ji Rêbertî, şehîdan, gelê me, hevrêyên xwe, jinên bindest û berxwedêr hez dikim'. Em ê hêjayî hezkirina vê fermandara xwe ya hêja bin.

Şehadeta hevrêya me Berwar bandoreke mezin li me hêzên YJA Starê kiriye. Di şexsê wê de em ê xwedî li wan nirxan derkevin ku bi ked, dilsozî û biryardariyeke mezin a hevrêyên şehîd hatin afirandin, em ê xeta Rêbertî ji xwe re bikin esas, armanca şehîdên xwe ya Kurdistana azad û jiyana azad pêk bînin. Em soza xwe dubare dikin ku tola hevala Berwar û hevrêyên şehîd hemûyan hilînin."