Li başûrê Lubnanê êrişa hewayî; 2 kes hatin kuştin

Di êrişa hewayî ya Îsraîlê li nêzî nexweşxaneya Nebetiya Foqa (Jorîn) a başûrê Lubnanê de 2 kes hatin kuştin.

Li başûrê Lubnanê êrişa hewayî; 2 kes hatin kuştin
8 tîrmeh, 2026   22:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajana Wetenî ya Lubnanê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li nêzî nexweşxaneya Xendor a bajarokê Nebetiya Foqa ya başûrê Lubnanê de 2 kes hatin kuştin.

Ajansê diyar kir ku di êrişa drona Îsraîlê li nêzî nexweşxaneyê de 2 ciwan hatin kuştin.

Li asîmanê hejmarek deverên başûrê Lubnanê dronên Îsraîlê digerin. Di heman demê de artêşa Îsraîlê li bajarokê Tîbe teqînek mezin pêk anî û gelek deverên başûr bombebaran kirin.

(fr)