Li gundewarê Helebê 3 kes hatin kuştin

Li gundewarê başûrê Helebê di navbera şivanên pez de nakokiyek li ser erdekî derket, çek hatin bikaranîn, 3 kes hatin kuştin.

Li gundewarê Helebê 3 kes hatin kuştin
8 tîrmeh, 2026   22:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarê başûrê Helebê di navbera şivanên pez de li ser erdekî pevçûn derket, di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, nakokî zêde bû û çek hatin bikaranîn.

Hîna hûrgiliyên têkildarî nasnameyên kuştiyan, şert û mercên bûyerê nayên zanîn.

(fr)