Îranê kuştina 8 leşkeran ragihand

Îranê ragihand ku di êrişên Amerîkayê yên li başûrê welat de 8 leşkerên wê hatine kuştin. Washingtonê jî diyar kir ku di êrişên Îranê de tu kuştî yan jî zirarên mezin çênebûne.

Îranê kuştina 8 leşkeran ragihand
8 tîrmeh, 2026   22:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya fermî ya Îranê ragihand ku di êrişên Amerîkayê yên li deverên başûrê welat de 8 leşkerên wê yên artêşa Îranê hatine kuştin.

Li gorî raporan, 8 leşkerên hatine kuştin ji hêzên asîmanî û deryayî ne û di êrişên li dijî bajarên Bender Ebas û Boşehir de hatin kuştin.

Rayedarekî leşkerî yê Amerîkayî ji AFPˊê re daxuyand ku di êrişên Îranê yên li dijî baregehên Amerîkayê yên li Behreyn û Kiwêtê de tu kuştî çênebûn û zirarên mezin bi tesîsan nebûn.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê "CENTCOM" diyar kir ku operasyonên wê li herêmê dewam dikin û got zêdetirî 20 keştiyên deryayî yên Amerîkayê li ava Rojhilata Navîn bi armanca xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê dewriyeyan bi rê ve dibin.

(fr)