Li başûrê Lubnanê di nav de zarokek 6 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama 2 êrişên Îsraîlê yên li ser bajarokê Hebûş ê başûrê Lubnanê de, di nav de zarokek û jinek 6 kes hatin kuştin û hijmarek jî birîndar bûn.

Li başûrê Lubnanê di nav de zarokek 6 kes hatin kuştin
1 gulan, 2026   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, îro, di 2 êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser bajarokê Hebûş ê başûrê Lubnanê de 6 kes di nav de zarokeke hatin kuştin. Êriş piştî ku artêşa Îsraîlê hişyariya valakirinê da şêniyên pêk hat.

Wezaretê daxuyand ku di êrişên dijminên Îsraîlê yên li ser bajarokê Hebûş ê navçeya Nebetiyê de, 6 kes di nav de zarokek û jinek hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Wetenî ya fermî ya Lubnanê jî ragihand ku balafirên Îsraîlê rêzeêrişên tund li ser bajarokê Hebûş ê navçeya Nebetiyê pêk anîn. Ev êriş piştî kêmî saetekê ji hişyariya valakirinê hat kirin.

(ac/fr)