Trump: Ez ji pêşniyara nû ya Îranê ne razî me

Trump diyar kir ku ew ji pêşniyara nû ya Îranê ya ji bo danûstandinên bi DYAˊyê re ne razî ye.

Trump: Ez ji pêşniyara nû ya Îranê ne razî me
1 gulan, 2026   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donlad Trump daxuyand ku ew ji pêşniyara nû yê Îranê ya têkildarî danûstandinên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re ne razî ye.

Di daxuyaniya li parka Koşka Spî de ya ji rojnamevanan re Trump got: "Di vê kêliyê de ez ji tiştê hatiye pêşkêşkirin ne razî me." Trump careke din got rêveberên Îranê "parçe" ne û nikarin li ser stratejiyekê ji bo derketina ji aloziyê li hev bikin.

Trump anî ziman ku "Ew mijarinan dixwazin ku ne pêkane werin qebûlkirin."

Tehranê îro, ji bo sînorek ji şer re were danîn pêşniyariyek nû pêşkêş kir.

Girêdayî mijarê, Trump got "Me niha nîqaşek bi Îranê re kir. Em ê bibînin wê çêbide. Lê ez ne şad im."

Li ser derfeta ka wê şer ji nû ve dest pê bike yan na ji Trump hat pirsîn, Trump got ew çareseriyê danûstandinê tercîh dike.

Trump anî ziman ku "Gelo em dixwazin wan bi temamî wêran bikin an jî dixwazin hewl bidin bigihînin peymanekê? Ev vebijark hene. Ez vebijarka yekê ji ber sedemên mirovî naxwazim. Lê ew dimîne vebijarkeke pêşkêşkirî."

Ajansa nûçeyan a Îranê (IRNA) ragihandibû ku Îranê pêşniyarek nû ji navbeynkarê Pakistanî re ji bo danûstandinên bi DYAˊyê re pêşkêş kiribû.

(fr)