Li baregeha dawî ya têkbirina DAIŞˋê operasyona ewlehiyê

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi ser şaneyên ku êrişî nuqteyên li bajarokê Baxozê kirine de, ku cihê dawî ya têkbirina DAIŞˋê bû, digirin.

Li baregeha dawî ya têkbirina DAIŞˋê operasyona ewlehiyê
13 sibat, 2025   23:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Hecînê diyar kir ku şaneyên veşartî êrişî navendên wan ên li Dêrazorê kirin û got ew niha li bajarokê Baxozê û derdora wê bi ser şaneyên êrişkar de digirin.

Der barê hûrgiliyên operasyonê de meclisê ev agahî parve kirin: "Vê êvarê (13ˋê Sibatê), saet 10:30ˋan komeke çekdar li bajarokê Baxozê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê êrişî navendeke leşkerî ya hêzên me kir. Hêzên me yekser bersiva êrişê da, di encamê de êrişkarekî komê birîndar bû. Niha hêzên me bi ser êrişkarên din ên vê koma çekdar de digirin ku selametî û îstîqrara herêmê misoger bikin."

Bajarokê Baxozê yê li nêzî sînorê Iraqê yê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye, cihê herî dawî ya ku çeteyên DAIŞˋê bi destê QSDˋê di Adara 2019ˋan de hat têkbirin.

(fr)