Ciwanên Tebqayê bi meşeke meşaleyî komplo şermezar kir

Ciwanên Tebqayê di meşeke meşaleyî de diyar kir ku bi mîlyonan kes xwedî li fikrên Rêber Abdullah Ocalan derketine û ji bo rûmet û mafên mirov ew sembola têkoşînê ye.

13 sibat, 2025   23:19
TEBQA

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê û Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo berdewamkirina têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî li dar xist.

Di meşa meşaleyî de ya bi boneya salvegera 26'emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat organîzekirin, bi sedan ciwan beşdar bûn.

Meş ji pêşiya goristana şehîdan a kantonê dest pê kir û ber bi çerxerêya Furqan a navenda bajêr ve bi rê ket.

Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehbayê Berfîn Mihemed soza domandina berxwedan û têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dubare kir.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê Ufran El Sexîr diyar kir ku komplo negihîşt armanca xwe û îro bi mîlyonan kes xwedî li fikrên Rêber Abdullah Ocalan derketine û rêya wî dişopînin û got: "Rêbertî, ji bo rûmet û mafên rewa yên mirovan, bû sembola têkoşînê. Em ê têkoşîna xwe bi hemû rêbazan bidomînin û em ê her tim li qadan dengê Rêbertî bin heta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were û vegere nav gelê xwe."

(mh/fr)

ANHA