Dagirker derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de derdora Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran topbaran dikin.

Dagirker derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin
13 sibat, 2025   23:58
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran derdora Bendava Tişrînê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dikin.

Êrişên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin, herî zêde gundewarê bajarê Kobanê û herêma Bendava Tişrînê ku bi sedan çalakger li dijî êrişan di nobedê de ne tên hedefgirtin.

(fr)