Li Bangladeşê erdhej: 3 kes mirin

 Li navenda Bangladeşê erdhejek bi pileya 5.5 pêk hat. Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Bangladeşê erdhej: 3 kes mirin
21 mijdar, 2025   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYA’yê, li nêzîkî bajarê Narsingde (30 kîlometreyan li bakurê rojhilatê paytext Dakkayê ye), bi pileya 5.5 erdhej çêbû. 

Erdhej, vê sibehê saet 10.38’an li gorî dema herêmê û (4:38 GMT) pêk hat.

Wezareta Tenduristiyê ya Bangaladeşê ragihand ku di erdhejê de 3 kes mirin û li deverên nêzîkî paytextê jî zirar çêbûn.

(bb)