Hewldana dagirkirina gundekî Minbicê hat têkbirin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişa dagirkirinê ya çeteyên artêşa Tirk a li gundekî têk bir. Di êrişeke din a hewayî de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Hewldana dagirkirina gundekî Minbicê hat têkbirin
11 îlon, 2024   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarên Minbicê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Îro (Çarşem) seat 01.00’an 2 komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hewl da bikevin gundê Um Cilûd û êriş kir. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevgera çeteyan şopand û ew dorpêç kirin. Di encamê de şer derket û êriş hat têkbirin.

Hemwextî hewldana çeteyan a ketina gundê Um Cilûd, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 11 guleyên hewan û obîsan êrişî gundê Çatê kir. Her wiha dronek li nuqteya hêzên hikumeta Şamê xistin. Di encamê de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn.

(bb)

ANHA