Li bakurê Kurdistanê çalakiyên ji bo Rojava

Êrişên çeteyên hikumeta demkî ên giridayî  dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê li bajarên Wan, bazît, Gever, Mêrdîn, Şirnax, Manisa û Colemêrgê hatin şermezarkirin.

Li bakurê Kurdistanê çalakiyên ji bo Rojava
26 ÇILE, 2026   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN 

Êrişên çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û kuştina Baran Abdî yê ji Kobanê ku li Tarsûsê doh hate qetilkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Wanê hate şermezarkirin. Gelek kes bi vê armancê li navenda bajêr li hev kom bûn û heta Kolana Hunerê meşiyan. Piştre jî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan daxuyanî da û got, "Bila her kes zanibe ku Rojava xeta me ya sor e. Eger ji we heye ku hûn ê Kurdan qetil bikin, eger ji we heye ku Rojava wê serî li ber we bitewîne, hûn xwe dixapînin. Kurdan kes qetil nekir, dest dananî ser xaka kesî. Em bi heqîqeta Rojava re ne."

AGIRÎ

Li navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî êrişên li ser Rojava meşek hate lidarxistin û daxuyanî ji çapemeniyê re hate dayin. Beriya meşê li navçeyê weke ku Rewşa Awarte hatibû ragihandin û leşker û polîs li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê hatibûn bicihkirin. Meşa gel di nava dorpêçê de pêk hat. Parlamenterên DEM Partiyê Yilmaz Hûn, Mahmût Dîndar û Heval Bozdag jî beşdarî meşê bûn.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Rojava li navenda bajêr daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamenterê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak jî beşdarî çalakiyê bû. Berdevkê Demê yê KESK'ê Tahîr Dekînalp bi navê platformê daxuyanî da.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi dirûşma "Rojava xeta me ya sor e" bi pêşengiya alimên olî daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl û siyasî jî beşdarî çalakiyê bûn.

MÊRDÎN

Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî êrişên li dijî Rojava li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê meşek li dar xist. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li meşê bûn.

MANÎSA

Li Manîsayê, li dijî êrîşên li ser Rojava daxuyaniyek hat dayîn û bang li hemû raya giştî ya demokratîk hat kirin û hat gotin, "Hevgirtina bi gelê Rojava re ne hilbijartinek e, berpirsiyariyek e li hember mirovahiyê."

ŞIRNEX

Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî êrişên li dijî Rojava li navçeya li Şirnexê ji bo êrîşên li ser Rojava daxuyaniyek da çapemeniyê Di daxuyaniya ku li ber Dîwana Şirnexê hate kirin de nûnerên Komeleya Piştgiriya Botan a Malbatên Girtî û Mehkûman (TUHAD-DER), partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes amade bûn.