Li bakurê Derayê rewş ne aram e

Li bakurê Derayê di navbera çekdarên nenas û endamên "Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê de pevçûn derket. Di encamê de çekdarek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li bakurê Derayê rewş ne aram e
16 nîsan, 2025   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Şêx Miskîn ê bakurê Derayê çekdarên nenas ku li erebeyekê siwar bibûn gule li endamên "Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê barandin.

Di encama êrişê de di navbera her du aliyan de pevçûnên yekser rû dan, çekdarek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn. Piştre ew çekdar ber bi gundên Delê û Sehêliyê yê gundewarê bakurê Derayê ve reviyan.

Ev bûyer, digel rewşa tevliheviya ewlehî ya li parêzgeha Derayê û hedefgirtina dijî hêzên desthilata Şamê, pêk hat.

Têkildarî wê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di saetên dawîn de li bajarê Selemiyê yê Hemayê di navbera çekdarên nenas û endamên "Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê de pevçûn derket, di encamê de êrişkarek hat kuştin û yek jî hat girtin.

(mh/fr)