Ji dema bidawîbûna agirbestê ve nêzî 500 hezar kes ji Xezayê koçber bûne

Berdevka NY'ê ragihand ku ji dema bidawîbûna agirbestê ve û jinûve destpêkirina êrişên leşkerî yên Îsraîlê nêzî 500 hezar welatiyên Filistînê ji Xezayê koçber bûne.

Ji dema bidawîbûna agirbestê ve nêzî 500 hezar kes ji Xezayê koçber bûne
16 nîsan, 2025   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephanie Tremblay ragihand ku ji dema bidawîbûna agirbestê ve anku ji 18'ê Adarê ve nêzî 500 hezar Filistînî ji Xezayê koçber bûne.

Stephanie Tremblay got, "Li gorî texmînên hevkarên me yên warê mirovî de ji 18’ê Adarê ve careke din nêzî 500 hezar welatî koçber bûne."

Lê beriya agirbestê hejmara şêniyên Xezayê ku zêdetirî 2 milyonan bû, piraniya wan koçber bûn.

(mh/fr)