Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çolbûyîn

Li gorî lêkolînan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 15 hezar hektar erd bûye çolistan û 85 hezar hektar jî bi çolbûyînê re rû bi rû ye. Pisporan îşaret bi polîtkaya avê ya dewleta Tirk a li dijî herêmê jî kir û hişyarî da ku eger tedbîrên neyên girtin, dê karesateke ekolojîk çêbe.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çolbûyîn
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çolbûyîn
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çolbûyîn
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çolbûyîn
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çolbûyîn
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çolbûyîn
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çolbûyîn
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çolbûyîn
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çolbûyîn
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çolbûyîn
18 hezîran 2024   05:05
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Bandorên guhertina avhewayê li herêma Rojhilata Navîn jî derdikevin holê. Di çend salên dawîn de li Sûriyeyê pêlên zuhabûn û hişkesalî hebûn. Di encamê de qadên berfireh zuha bûn.

Bi boneya 17’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Çolbûyîn û Zuhabûnê ya Cîhanê, em ê di vê dosyayê de balê bikişînin ser diyardeya hişkesaliyê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

ZUHABÛNA ÇEMAN

Hemed Yûsif El Nasir li taxa Tey a Qamişloyê gamêşan xwedî dike. Lê di demên dawîn de hejmara gamêşên wî kêm bûye. Hemed Yûsif El Nasir li ser mijarê got: "Gamêş li cihên avî dijîn, lewra pêwîstiya wan bi miqdarên mezin ên avê heye. Lê ji ber zuhabûna çemê Ceqceq ev lawir bi mirinê re rû bi rû ne. Ji destpêka îsal ve 11 gamêşên me telef bûn."

Li kantona Cizîrê 3 hezar û 500 serî gamêş hene. El Nasir got: "Keriyên me yên gamêşan di xetereyê de ne. Dewleta Tirk avê li ser me qut dike û jîngeha gamêşan wêran dike."

Rewşa çemên din ên li herêmê ji çemê Ceqceq cuda nîn e. Asta ava çemên Firat, Xabûr û bendavên herêmê ji ber birîna avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, kêm bûye.

Li gorî Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê, ji ber guhertina avhewayê û polîtîkayên qutkirina avê, ji sêyan yekê rûbera herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû bi rûyî zuhabûn û karesatên xwezayî ye.

RÊJEYA ÇÊREGEHAN

Hewayê Sûriyeyê bi giştî nîvzuha ye. Li gorî lêkolînan, ji rûbera Sûriyeyê ku 187 hezar kîlometreçargoşe ye, zêdetirî nîvê wê di bin gafa çolbûyînê de ye.

Li gorî lêkolînên Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 15 hezar hektar erd bûye çol û ji sedî nêzî 85 hektar di bin gefa çolbûyînê de ye.

Rêveberê Beşa Plan û Projeyan a Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û lêkolînerê jîngehê Arif Muslim diyar kir ku rêjeya qada çolbûyînê li herêmê li gorî salên borî zêde bûye. Muslim sedemên vê zêdebûnê spartin aloziya li Sûriyeyê û nebûna kontrola li ser pirsgirkên jîngehê.

Li gorî lêkolînan, li herêmên başûr ên kantonên Dêrazor, Reqa, Tebqa û bajarê Hesekê çolbûyîn bêtir e. Ev çolbûyîn jî êdî herêmên bakur û navîn dide ber xwe.

SEDEMÊN ÇOLBÛYÎNÊ

Arif Muslim sedemên xwezayî yên çolbûyînê wiha rêz kirin: "Guhertina avhewayê, zêdebûna pêlên zuhabûnê, zêdebûna şorbûn û erozyona axê, her wiha belavbûna qûmê li ser qadên çandiniyê.

Muslim da zanîn ku mirov jî dibin sedemên çolbûyînê û got "Kiryarên bêplan ên ku pergala jîngehê û taybetmendiyên axê di ber çavan re nagirin, çêrandina zêde ya bêserûber, kolandina erdên çandniyê, birîna daran û jiholêrakirina daristanan, bandorên şer û operasyonên leşkerî ên li Sûriyeyê, her wiha qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve sedemên zêdebûna diyardeya çolbûyînê ye. "

‘POLÎTÎKAYA AVÊ SEDEMEKE SEREKE YE’

Dewleta Tirk a dagirker di sala 1987`an ji bo parvekirina avê çemê Firatê, peymanek bi hikumeta Sûriyeyê û Iraqê îmze kiribû. Li gorî, peymanê para Sûriyê û Iraqê ji ava Firatê zêdetirî 500 metrekab di saniyekê de ye. Di sala 1994'an de Sûriyê peyman li gel Neteweyên Yekbûyî tomar kir ku da ku mafê xwe ji ava misoger bike. Lê dewleta Tirk ku ev çend sala peymanê binpê dike avê çem li ser Sûriyeyê qut dike. Rêjeya Firatê ku dide Sûriyeyê 200 metrekab di saniyekê de derbas nake.

Arif Muslim bandorên qutkirina avê Firatê wiha şîrove kirin "Qurkirina ava Firatê bû sedema zêdebûna şorbûna avê. Her wiha bû sedema zuhabûn û çolbûna jîngehê, kêmkirina qada çandiniyê, koçberkirina şêniyan, rawestandina santralên hîdroelektrîkê yên ku ji bo xebatê xwe dispêrin avê. Ev jî hemû li ber projeyên aborî û binesaziyê dibin astengî û bandoreke neyinî li debara bi mîlyonên niştecihên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike."

Li gorî pisporan jî nîşaneyên fîzîkî, beolojîk, aborî û civakê hene piştrast dikin ku diyaredeya çolbûnê li herêmê pêşde diçe.

EGER TEDBÎR NEYÊN GIRTIN….

Zuhabûn û çolbûyîn ewlehiya jîngeh, xurek, tenduristî, aborî, av û civakî dixin xetereyê. Dibe ku bibe sedema xizanî û birçîbûnê û rewşa aboriyê xirab bike. Lêkolîner Muslim anî ziman ku eger li hemberî pirsgirêkên zuhabûn û çolbûyînê çareserî neyên dîtin, dê siberoja herêmê di rewşeke herî xirab de be û wiha axivî: "Divê tevahî aliyên têkildarî bi tevkariya şêniyan li  hemberî riska çolbûyînê bikevin tevgerê û tedîbrên pêwîst bigirin."

Li gorî, Arif Muslim, niştecihên erdên wan zuha bûne xwedî ezmûn in, pêwîstiyên jîngeha ku lê dijîn nas kirine, lew ra ew bêtir dikarin rê li ber pirsgirkên çolbûyînê bigirin, dikçandina daran pêş bixin siyasetên durist ên jîngehê bimeşînin.

(bb)

ANHA