‘Aboriya Lubnanê bi xurtkirina têkoşîna li dijî keysbasiyê dikare baş bibe’

Ji 2019ˊan ve Lubnan di krîzeke aborî ya tund re derbas dibe. Lîreyê Lubnanê zêdetirî ji sedî 90 nirxê xwe ji dest daye. Pisporan diyar kir ku pêdiviya derbaskirina vê krîzê bi geşkirina karînên saziyan û sektora taybet û aktîfkirina çavdêriyê ji bo têkoşîna li dijî keysbaziyê heye.

‘Aboriya Lubnanê bi xurtkirina têkoşîna li dijî keysbasiyê dikare baş bibe’
‘Aboriya Lubnanê bi xurtkirina têkoşîna li dijî keysbasiyê dikare baş bibe’
18 hezîran 2024   07:05
BEYRÛT 
RANIYA UBÊD

Ji 2019ˊan ve Lubnan di krîzeke aborî ya tund re derbas dibe. Lîreyê Lubnanê zêdetirî ji sedî 90 nirxê xwe ji dest daye. Bi wê re jî xizantî zêde bû.

Li gorî amarên dawîn, zêdetirî ji sedî 80’yê welatiyan di bin xeta xizantiyê de dijîn. Li gorî Banka Cîhanê asta xizantiyê li Lubnanê di 10 salan de 3 qat zêde bûye, anku ji 3 lubnaniyan yek xizan e.

Li gorî rapora bankê, krîza aborî malbat neçar kirin ku xwe bispêrên komeke stratejiyên adaptekirinê, anku asta mezaxtina xwarinê û lêçûnên tenduristiyê kêm kirine. Ev jî di demeke dirêj de dê bi xwe re bandorên neyînî bîne.

Aborînasan diyar kir ku li kêleka krîzên siyasî, aborî, debarê û şerê li eniya başûr, lubnanî di rewşa adaptebûna bi rewşa aborî de dijîn.

Aborînas Dr. Mihemed Fihêlî ji ajansa me re axivî û got: "Pêdiviya rewşa Lubnanê bi sekna sazî û qada taybet li hember van krîzan heye. "

Her wiha welatiyên li ser bertekên siyasî yên şaş li dijî baketa xwe ya mezaxtinê di ber çavan re derbas kir û girîngiya xwe zêdetirî dahatên derve dide kel û pelên herêmî.

Fihêlî wiha domand: "Tiştê hiştiye rewşa aborî di qonaxa berê de girêktir bibe, reftara bankan bû. Wan deynê sazî û kesan nedidan. Ev yek li ser aboriyê ne baş e, lê ji bo domandina sazî û pêkhateyên qada taybet pêwîst bû."

Li aliyekî din, li qada giştî di salên borî de dûrxistineke aboriyê çêbû. Ji ber ku pişta xwe da lîreya Lubnanê ku nirxa xwe ji dest dabû. Bi wê re hîna pişta xwe dide rêvebirina nebaş a darayiya giştî. Niha dewleta Lubnanê di aliyê xizmetguziyên jê re tên pêşkêşkirin de xwe başiya xwe vedigerîne. Lê ne bi awayê tê xwestin. Li vir jî divê girîngî li ser jîngeha aboriyê bê dayîn ku valahî bên naskirin.

Fihêlî aboriya di salên borî de şîrove kir û wiha pê de çû: "Di 2019ˊan de li Lubnanê hilweşîneke aboriyê ku berê nebûye çêbû. Di 2020ˊan de rewşa înkarkirinê û netêgihîştina rewşê serwer bû. Dûre di 2021ˊê de siyaseta piştgiriyê hebû ku rewş ber bi nabaşiyeke zêde ve bir. Dewletê pişta xwe da siyaseta piştgiriya dahatkirinê li şûna piştdayîna berhemdana herêmî. Di sala 2022ˊyan de hewldana jinûve vegerandina başiyê hebû. Lê qada taybet her tim daxwaza piştgiriyê dikir û dewletê pêdiviyên wê dabîn dikir. Vê yekê hilweşîna aboriyê zêdetir kir."

Fihêlî anî ziman ku di 2023ˊyan de qada taybet lêçûnên xwe yên bikaranînê kêm kirin, sazûmaniya xwe ya aboriyê ji bo berhemdanê vegerand û girîngî da mijarên aboriya Lubnanê dixwaze, ku di pêkanîna dahatan de alîkariyê dike û piştgiriyê dide aboriya herêmî.

Fihêlî destnîşan kir ku niha û bi destpêkirina sala 2024ˊan re Lubnan di rewşa geşbûnê de dijî û li benda gihandina aboriyê ye. Li gorî Fihêlî pêdiviya vê gihandinê bi çaksazkirina ji hêla dewletê ve heye.

‘PÊŞKETINA ABORIYÊ RÊYA BAŞBÛNA LUBNANÊ YE’

Fihêlî diyar kir ku korîdora neçarî ya başbûna rewşa welatiyên Lubnanê bi pêşketina aboriyê heye. Ew jî bi rêya xwespartina li rêzerêveçûnan pêkan e. Destpêkê ji rizgakirina aborî, dûre geşbûn û piştre başbûn heta digihîne pêşketina aboriyê.

Têkildarî mijarê, Fihêlî got metoda dewleta Lubnanê pînekirin e û guhartina mûçeyan ne aktîv e. Ji ber ev guhartin ne pêwîst e ku mûçe werin başkirin.

Fihêlî anî ziman ku îro bi saya hêmanên aborî Lubnan ji sedî 70 mezaxtina wê ji derve ye, her wiha madeyên destpêkê yên kargehên herêmî jî li ser derve ye. Li kêlek wê jî mezinbûna darayî ya li seranserî cîhanê bandor li Lubnanê û rewşa debara welatiyan kir û pereya wê jî bi sedema rêvebirina nebaş a darayiya giştî hilweşî. Ev yek jî hêmana rêjeya mezinbûnê ye.

Fihêlî got ji hêmanên bandoreke berovajî li aboriya Lubnanê dikin, nebûna çavdêriyê ji hêla desthilatên xwedî pispor in, nexasim wezareta aboriyê çavdêriyê li bazirganiyê nakin. Ew yek jî dihêle keysbazî zêde be.

Fihêlî bal kişand ser girîngiya xwespartina li berhema herêmî û divê aborî bi awayekî aktîv were birêvebirin.

(fr)

ANHA