Rojeva îro ya çapemeniya erebî

Çarenûsa normalîzekirina ya di navbera Şam û Enqere û siberoja hewldanên pêkanîna agirbestê li Xezayê rojevên îro yên çapemeniya erebî ne.

Rojeva îro ya çapemeniya erebî
16 tîrmeh, 2024   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Weten a ser bi hikumeta Şamê ve têkildarî daxuyaniyên Beşar Esed ên der barê hevdîtina li gel Erdogan de, nûçeyek bi sernavê "Serok Esed: Em ne li dijî hevdîtinê ne, lê ya girîng ew e ku navarokê û encamên hevdîtinê erênî bin û berjewendiyên Sûriye û Tirkiye pêk bîne ye’ weşand. 

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku Beşar Esed di daxuyaniyên xwe yên dawîn de careke din şertên xwe yên hevditina li gel Erdogan re aniye ziman. Hate diyarkirin ku Esed di daxuyaniyên xwe de wiha gotibû "Eger hevdîtina bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan encamên erênî bi xwe re bîne û berjewendiyên welat pêk bîne, hingî em ê pê re. Lê pirsgirêk di navaroka hevdîtinê de ye(..) Eger em bixwazin têkiliyên xwezayî ava bikin, helbet em jî vê dixwazin, lê ma gelo dagirkerî bibe beşek ji têkiliyên xwezayî yên herdu welatan?! Gelo ma destekkirina terorê dibe beşek ji têkiliyên xwezayî yên her du dewletan?! Ev ne mumkin e."

Girêdayî mijarê analîzvanê kar û barên Tirkiyeyê Xesan Îbrahîm gotarek bi sernavê "Gelo piştî daxuyaniyên Esed dê hevdîtin di navbera serokê Sûriye û Erdogan de dê pêk were yan na? " ji Tora El Erebiye re nîvisand.

Li gorî Îbrahîm, "Ji daxuyaniyên Esed xuya dikin ku pêşniyara normalîzekirinê ya ku Erdogan behsa wê dike di rastiyê de nîn e; ji ber ku diyar e dan û standinên  îdiakirî di navbera her du aliyan de, tu encam bi xwe re anîbin."

Îbrahîm her wiha di gotarê de dibêje, Tirkiye dixwaze hevdîtinên protokolî pêk bîne da ku destkeftiyên mîna rewakirina hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê qezenc bike. Îbrahîm bi bîr dixe ku Esed ji Tirkiyeyê xwest ji xaka Sûriyeyê vekişe û van nirxandinê dike " Xuyaye nakokiyeke mezin li ser vê mijarê di navbera wan de heye. Nakokiyek din jî jî ew jî nakokiya di navbera Rûsya û Îranê de ya têkildarî lihevhatina Erdogan bi Esed re ye."

’HEMWEXTÎ ZÊDEBÛNA ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ ÇARENÛSEKE NEDIYAR A DAN Û STANDINAN: AGIRBESTA XEZAYÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da diyalogên pêkanîna agirbestê li Xezayê.  Hate gotin, piştî derbasbûna 2 meh di ser cemidandina diyalogan re, hefteya borî toreke din a diyalogan li Qahîre û Dohayê dest pê kir. Hate diyarkirin rojeva vê tore pêşniyara serokê DYA’yê Joe Biden a der barê agirbestê de bê nîqaşkirin.

Di nûçeyê de  îşaret bi vê yekê hate kirin ku hemwextî van geşedaranan, gotegotinên amerîkî û îsraîlî yên têkildarî pêşketina dan û standinan belav bûn. Her wiha hate destnîşankirin ku ev gotegot beriya ku Îsraîlê cihê fermandarê Ketaêb El Qesam Mihemed El Dêf tesbît bike û êriş kampa penaberan a li herêma Mewasî ya Xan Yunisê bike belav bûn. Hate gotin, her carê aliyên dan û standinan nêzî lihevkirinê bibin, Netanyahu êrişeke din dike û rewşê aloztir dike.

Akademîsyen û pisporê kar û barên Îsraîlê Dr. Ehmed Fuad Enwer di gotarekê de ku malpera Erebiya Net weşandiye dibêje: "Netanyahu bi rêya binxistina diyalogan dixwaze Hemasê jî bidehfîne ku diyalogan rawestîne, dûre sûc tev bixe stûyê Hemasê. Armanca Netanyahu ji vê nêzîkatiyê ew e ku heta roja 24`ê Tîrmehê li pêşberî kongreyê biaxive û ne pabendî tiştekî be." 

Şîrovekarê siyasî yê urdunî Selah El Ebadî  li ser heman mijarê gotarek ji hema malperê re nîvisî. Li gorî Selah El Ebadî "Netanyahu, dê vê helwesta xwe ya derengxistina agirbestê bidomîne. Dê dan û standin ne zelal bin û dê tu guhertin çênebe. Sedem ew e ku Netanyahu baş dizane ger lihevkirina agirbestê pêk were dê hikumeta wî hilweşe û hebûna wî ya siyasî bi dawî bibe."

(şx)