Li bajarokekî Holê krîza avê ya dijwar û bangên destwerdana lezgîn

Digel nebûna jêderên ava şêrîn (vexwarinê) û dagirtina avê bi rêya tankeran ku di vê dawiyê de belavkirin rawestandine, bajarokê Um Hicêra yê Holê rûbirûyî krîzeke avê ya dijwar e, her wiha ji bo vê yekê ji aliyên peywendîdar bangên destwerdana lezgîn hatin kirin.

Li bajarokekî Holê krîza avê ya dijwar û bangên destwerdana lezgîn
Li bajarokekî Holê krîza avê ya dijwar û bangên destwerdana lezgîn
Li bajarokekî Holê krîza avê ya dijwar û bangên destwerdana lezgîn
Li bajarokekî Holê krîza avê ya dijwar û bangên destwerdana lezgîn
Li bajarokekî Holê krîza avê ya dijwar û bangên destwerdana lezgîn
Li bajarokekî Holê krîza avê ya dijwar û bangên destwerdana lezgîn
Li bajarokekî Holê krîza avê ya dijwar û bangên destwerdana lezgîn
Li bajarokekî Holê krîza avê ya dijwar û bangên destwerdana lezgîn
Li bajarokekî Holê krîza avê ya dijwar û bangên destwerdana lezgîn
2 hezîran, 2025   07:25
HESEKÊ
ELÎ EL SULTAN

Bi hatina havînî û bilindbûna pileya germahiyê re li bajarokê Um Hicêra yê girêdayî bajarê Holê yê kantona Cizîrê pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê kûrtir dibe.

Um Hicêra yek ji deverên ku ava vexwarinê lê kêm e, ji ber ku ava binerdê ya heyî şor e û ji bo vexwarinê nabe.

Şêniyên bajarokê Um Hicêra di zivistanê de debara xwe ya avê bi depokirina ava baranê bi cih dianîn. Lê îsal ji ber ku baran pir kêm bariya aloziya avê derket û tu alternatîfên din tune ne. Ew jî dihêle şênî bi koçberiya ber bi herêmên av heye bifikirin, nexasim jî li herêmên projeyên çandiniyê yên li gundewarê Holê hene.

TANKERÊN KU AVA ŞÊRÎN BELAV DIKIR SEKINÎN

Şêniyên bajarokê Um Hicêra diyar kir ku di vê dawiyê de tankerên ku ava şêrîn li bajarok belav dikir, sekînin, bi wê re êşa şêniyan zêdetir bû û ger ev qutbûn demeke dirêj biçe wê şênî rûbirûyî krîza dijwar bin.

Der barê pirsgirêka avê li bajarokê Um Hicêra de serokê Beşa Avê ya Şaredariya Gel a bajarê Holê Seyid Elî Hemod diyar kir ku ji ber qutbûna mazota xizmetê (xedemî) tankerên ku ava şêrîn bi bihayekî guncaw li şêniyan belav dikir, sekinîn.

Hemod bi domdarî got: "Dema mazota xizmetî li xwediyên tankerên avê dihat belavkirin, her bermîlek av bi 5 hezar lîreyên Sûriyeyê dihat firotin. Lê niha xwediyên tankeran bêyî destek mazotê ji stasyonan dadigirin, ji ber vê yekî ji bihayê bermîlek av bû 12 hezar e. Sedema vê bihabûnê jî lêçûna veguhestinê û mesafeya dirêj e, anku tankerên avê 150 kîlometereyan derbas dikin heya ku dighêjin jêdera herî nêzîk a ava şêrîn."

Li gorî Seyid Elî Hemod, 12 hezar lîreyên Sûriyeyî gelek e, piraniya malbatan ji ber rewşa aborî ya dijwar nikarin avê peyda bikin.

DAXWAZÊN DABÎNKIRINA SOSTEMENIYÊ Û LIHEVKIRINA BI XWEDIYÊN TANKERAN RE

Hemod destnîşan kir ku beşa avê ya Şaredariya Gel a Holê, digel nebûna peydakirina sotemeniya bidestek, xwediyên tankeran neçar nake ku bi bihayekî sabit avê belav bikin û diyar kir ku divê bi awayekî lez mazotê xizmetê were peydakirin û lihevkirin bi hejmarek mezin a xwediyên tankeran re were kirin ku berdewama belavkirina ava vexwarinê li şêniyan were misogerkirin, bi taybet di gel bilindkirina pileyên germahiyê.

Hemod hişyarî da ku eger tedbîrên bi lez neyên girtin, wê rewşa mirovî li bajarokê dijwartir be û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çareseriya yekane ew e ku saziyên têkildarî destwerdanê bikin, desteka pêwîst pêşkêşî gundewarên ku êşên nebûna avê dikişînin bike, di serî de li bajarokê Um Hicêra."

(ac/fr)

ANHA