Çalakiyên xwendinê ji bo têgihiştina rastiyê û derbaskirina aloziyan

Kesên ku beşdarî xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bûne, dixwazin bigihêjin hişmendiya avakirina civakeke polîtîka ya exlaqî li ser esasê projeya neteweya demokratîk. Beşdar dixwazin nêrînek nû peyda bikin ku civakan xurt dike û nirxên dadwerî û azadiyê bi hêz bike.

2 hezîran, 2025   02:35
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, çend kes pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a bi sernavê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" dixwînin û gotûbêj dikin. Beşdarên çalakiya mijara modernîteya kapîtalîst û bandora wê ya li ser pêkhateyên civakê û prensîbên exlaqî gotûbêj dikin.

Çalakiya xwendinê ji 15`ê Gulanê ve berdewam e. Endamên meclîsên xwecihî, komînan, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî tevlî civînên xwendinê dibin.

Xelekên xwendinê li sê navendên sereke tên lidarxistin: Meclîsa Şehîd Cengîz a taxa Eşrefiyê, Meclîsa Şehîd Rûbar Qamişlo ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd û Meclîsa Şehîd Gelhat a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd, ber civîneke xwendinê rojê 5 saetan dewam dike.

Beşdar her carê beşekê pirtûkê dixwîne û paşê gobûbêj dikin. Li gorî beşdarên çalakiyên xwendinê modernîteya kapîtalîst di têkbirina kevneşopiyên civakê û roleke bingehîn lîstiye û bûye sedema jihevketina pergala civakî.

LI DIJÎ MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST ROLA JINAN

Yek ji mijarên girîng ku di çalakiyên xwendinê de hatin gotûbêjkirin mijara jinê ye. Beşdaran diyar kirin ku modernîteya kapîtalîst rola jinan kêm kiriye û jina ku di civaka xwezayî de sembola jiyanê û hilbirînê bû veguherandiye meteryaleke kirîn û firotinê. Her wha destnîşan kirin ku ji bo avakirina neteweya hevseng, demokratîk têkoşîneke hişmendî û siyasî ya li dijî kevneşopiyên ku kapîtalîzmê ferz kirin, hewce dike. Beşdaran bal kişandin ser girîngiya têkbirina hewldanên biçûkxistinê û tunekirina rola çalak a jinan di avakirina civakan de.

Di civînan de têkiliya netew-dewlet û aboriyê jî hate gotûbêjkirin û hate destnîşankirin ku netew-dewlet bûye amûrek ku modernîteya kapîtalîst wê ji bo dersteserkirina jiyana aborî bi kar tîne û hêza civakan tune dike. Beşdaran got ku ev têkilî yek ji faktorên bingehîn e ku rê li ber pêkanîna dadmendiya civakî digire, û pêwîstî ev system were têkbirin û aboriya civakê ya serbixwe were avakirin.

JI BO TÊGIHIŞTINA RASTIYÊ Û DERBASKIRINA ALOZIYAN

Îbrahîm Rîhanî ku beşdarî civîna xwendinê ya li Meclisa Şehîd Gelhat bûye got ku armanca van civînan ne tenê têgihîştina teorîk e, lê belê têgihîştina rastiyan û peydakirina çareseriyan li ser bingeha hişmendiya hevbeş û ramana azad e. Rîhanî destnîşan kir ku raman û analîzên kûr pirtûkên de hene, û her çend ew hineî giran in jî, lê pirsgirêkên bingehîn ên dîroka mirovahiyê nîşan didin.

Rêveberê Ofîsa Perwerdeyê li taxn Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Îsa Mistefa diyar kir ku xwendina komî ya parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya xebatên perwerde û rêxistinî de pêk tên. Îsa dibêje ku ev pirtûk ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyên bingehîn pêşkêş dike.

Ev civînên gotûbêj û nirxandinê beşek ji tevgereke civakî ya berfireh e, armanc wê avakirina civakeke siyasî û exlaqî ya li ser esasê projeya neteweya demokratîk e, ku karibe aloziyên vê serdê derbas bike. Beşdar dixwazin nêrînek nû peyda bikin ku civakan xurt dike û nirxên dadwerî û azadiyê bi hêz bike.

(k)

ANHA