’Nûnertiya rasteqîn a jinan di desthilata Şamê de tune ye’

Jinên çalakvan diyar kir ku di desthilata Şamê de temsîla rasteqîn a jinan tune ye û gotin, çareserî di avakirina projeyeke jinan a azadî û xweser de ye ku rola wan a çalak di guhertinên siyasî û civakî de mîsoger bike.

’Nûnertiya rasteqîn a jinan di desthilata Şamê de tune ye’
2 hezîran, 2025   03:45
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Sekretera Giştî ya Şepêla Pêşeroja Kurdistanê Narîn Metînî û ji rêveberên Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî siyasetên desthilata Şamê yên li hemberî jinan de ji ajansa me re axivîn.

Narîn Metînî diyar kir ku desthilata Şamê jinan wekî bi hêz nîşan dide û  hin erkên desthilatê dane hin jinan û got; "Ev jin  temsîla rasteqîn a pirsgirkên jinan an jî têkoşîna wan nake, lê desthilata Şamê bi van nêzîkatiyên şeklî hewl dide raya giştî bixapînin.

Narîn Metînî got: "Hin ji wan jinên ku di postên desthilata Şamê de hatine tayînkirin, ji elimandina domdar an jî ji ber berjewendiyan di bin bandora fikrê rejîmê de mane. Hin jinên din ji ber zextên aborî an jî ewlehiyê xwe di van cihan de dîtine, lê ne xwedî îradeya serbixwe û nêrîneke azad ne."

Narîn Metînî da zanîn ku rejîmên otorîter fêm dikin ku jineke zane gefek rastîn li ser avahiya desthilatdariya mêr a serdest çêdike, lew ra gelek caran ji bo sînordarkirina tevgerên wan û xweşikirina wêneya wan di civakê de serî li van rêbazên şeklî didin.

Narîn Metînî li dijî van siyasetên desthilata Şamê de bang li jinan kir ku nêzîkatiyên sexte yên desthilata Şamê teşhîr bikin û projeyeke azad a jinan ava bikin ku rola jinan di pêkanîna guhertineke rasteqîn de mîsoger bike.

Ji rêveberên Meclisa Jinan a Sûriyeyê û endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Erîfe Bekir jî anî ziman ku tevî hilweşîna rejîma Baasê jî, lê zîhniyeta ku li ser jinan hatiye ferzkirin nehatiye neguhertin, berevajî wê êşên jinan  zêde bûne.

Erîfe Bekir di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Sûriye mozaîkek e ku bi yek reng, yek ziman an nasname ava nabe ûgot, hikûmeta heyî berdewama rejîma Baas’ê ye.

Erîfe Bekir her wiha temsîla jinan di desthilata Şamê de jî rexne kir û da zanîn ku jina yekane ya ku derdikeve pêş li gorî hişmendiya dewletê tev digere û nûnertiya rasteqîn a dengê jinan nake.

Erîfe Bekir bal kişand ser jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî û ev nirxandin kir "Jinan xwe di nava şoreşê de bi rêxistin kirine û cihên xwe di hemû qadên jiyanî; bi taybetî di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, di xebatên dîplomasî, aborî, rêxistinî, siyasî û civakî de girtine. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hikumeta bi şeklê xwe yê heyî de napejirînin. Jinên li vir ku bi salên dirêj berdêlên giran didin qebûl nakin trajedyaya serdama Baas’ê vegere, lê belê hikumeteke demokratîk a nenavendî dixwazin ku hêviyên gel bi cih bîne. Em ê heya bidestxistina mafên xwe tê bikoşin. Em ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavnedî dixebitin ku mafên jinan û tevahî pêkhateyan tê de mîsoger bin û edalet û wekheviyê pêk bînin."

(bb)

ANHA