Li Awistralya û Fransayê êrişên li ser Rojava hatin protestokirin

Li bajarê Perth ê Awistralyayê û li bajarê Montbeliard ê Fransayê êrişên çeteyan ên li ser Rojava hatin protestokirin.

Li Awistralya û Fransayê êrişên li ser Rojava hatin protestokirin
31 ÇILE, 2026   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Perth ê Awistralyayê çalakî li Forrest Place ya li navenda bajar hate lidarxistin. 

Di çalakiyê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Ozer Coşkun jî got parastina Rojava parastina Kurdistanê ye.

Li bajarê Montbeliard ê Fransayê jî kurdistanî û dostên wan li ber Gara Montbeliard hatin ba hev û êrişên çeteyan ên li ser Rojava protesto kirin. Çalakî ji aliyê sazî û derdorên piştevanên Kurdan ve hate organîzekirin.

Di daxuyaniya çalakiyê de hate diyarkirin ku êrişên li ser gelê Rojava ji ber bêdengiya civata navneteweyî didomin.

Çalakvanan xwest deriyên sînor ji bo Rojava bên vekirin û alîkariyên mirovî bigihêjin herêmê.

Di daxuyaniyê de, di serî de saziyên navneteweyî, bang li hemû aliyên eleqedar hate kirin ku ji bo demildest deriyê sînor were vekirin berpirsyariyê bigirin.