Dayik xwarinê ji şervanan re amade dikin

Di çarçoveya seferberiya giştî de, dayikên li bajarê Hesekê xwarinê amade dikin û ji şervanên li eniyên berxwedanê re dişînin.

Dayik xwarinê ji şervanan re amade dikin
Dayik xwarinê ji şervanan re amade dikin
Dayik xwarinê ji şervanan re amade dikin
Dayik xwarinê ji şervanan re amade dikin
Dayik xwarinê ji şervanan re amade dikin
Dayik xwarinê ji şervanan re amade dikin
31 ÇILE, 2026   15:54
HESEKÊ

Di çarçoveya seferberiya giştî ya li hemberî êrişên komên hikumeta demkî yên destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, dayikên ji bajarê Hesekê bi nobedarî xwarinê amade dikin û ji şervanên li çeperên berxwedanê re dişînin.

Dayik bi rihekê tevkarî û xwedîderketina li zarokên xwe, li ber stranên şoreşgerî rojane xwarinê amade dikin û li şervanan belav dikin.

Dayika bi navê Minewer Zavê got: "Em dayik ji bo piştgiriyê xwarinê ji zarokên xwe yên şervan re çêdikin. Em hêzên xwe bi tenê nahêlin. Berdêl çi dibe bila bibe em amade ne bikin.”

Minewer Zavê diyar kir ku ew Rojava terik nakin û dê heya dawiyê bi QSD û YPJ û YPG’ê re bin.

(b)

ANHA