Li Amûdê û Girkê Legê xebatên paqijiyê

Şaredariyên gel ên bajarên Amûdê û Girkê Legê çalakiyên paqijkirina bajêr dan destpêkirin.

Li Amûdê û Girkê Legê xebatên paqijiyê
Li Amûdê û Girkê Legê xebatên paqijiyê
Li Amûdê û Girkê Legê xebatên paqijiyê
Li Amûdê û Girkê Legê xebatên paqijiyê
Li Amûdê û Girkê Legê xebatên paqijiyê
Li Amûdê û Girkê Legê xebatên paqijiyê
Li Amûdê û Girkê Legê xebatên paqijiyê
Li Amûdê û Girkê Legê xebatên paqijiyê
Li Amûdê û Girkê Legê xebatên paqijiyê
Li Amûdê û Girkê Legê xebatên paqijiyê
Li Amûdê û Girkê Legê xebatên paqijiyê
Li Amûdê û Girkê Legê xebatên paqijiyê
1 hezîran, 2025   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya Gel a bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê îro danê sibê bi beşdariya endamên şaredariyê  dest bi çalakiyeke berfereh a paqijiyê kir.

Xebatên paqijiyê yên roja destpêkê ji ber avahiya şaredariyê ya li navenda bajêr dest pê kir û li sûk û kolanên bajêr heta Qada Jina Azad berdewam kir.

Endamên şaredariyê destnîşan kirin ku dê pêngav bidome heta hemû taxên bajêr bên paqijkirin.

Her wiha Meclîsa Şaredariya Girkê Legê bi tevlîbûna endamên komîn û rêxistinên civaka sivîl pêngaveke paqiyê li dar xist. Xebatên paqijiyê ji qada Şehîd Xebat Dêrik dest kir. Di pêngavê de kolanên serekîe û yên taxan, her weha deverên giştî yên wek sûk, qad, û dezgehên xizmetguzariyê hatin paqijkirin.

Di dawiya pêngavê de hevserokê Meclisa bajarê Girkê Legê Atif Sebrî daxuyaniyek xwend. Di daxuyniyê de ji şêniyan hate xwestin ku haj paqiya tax û bajarê xwe hebin.

(k)