Ji ber siyasetên dewleta Tirk bi dehan gund bê av in

Ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, stasyona ava vexwarinê ya Ayîd ji xizmetê derket. Di encama vê yekê de av li ser nêzî 25 hezar kesî qut bûye.

Ji ber siyasetên dewleta Tirk bi dehan gund bê av in
1 hezîran, 2025   14:38
TEBQA

Yekitiya Avê ya Kantona Tebqayê ragihand ku stasyona ava vexwarinê ya Ayîd û bîrên girêdayî wê ji ber kêmbûna asta ava çemê Firatê sekinîn û di encamê de av li ser bi dehan gundî qût bûye.

Yekîneya Avê bang li şêniyan kir ku avê zêde xerç nekin û da zanîn ku dê ji bo peydakirina avê li ser çareseriyên lezgîn bixebitin.

Rêveberê Yekîneya Avê ya Kantona Tebqayê Musena El Dendel agahî dan ajansa me û diyar kir ku wekî alternatîfek demkî ji bo hêsankirina dabînkirina avê ji  niştecihan re wan dest bi sazkirina du pompên horizontal li nêzîkî qeraxa çem kirine.

El Dendel destnîşan kir ku "Stasyona Ayîd xwe dispêre du bîrên înfîltrasyonê, her yek ji wan ji du pompên vertîkal pêk tê. Her du bîr jî piştî daketina asta çemê Firatê sekinîn. Ji ber vê yekê lêgerîna çareseriyên alternatîf ên lezîn pêwîst kir."

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2020’î ve kêmtir 250 mîtrekab di saniyekê para Sûriyeyê ya ji ava çemê Firatê berdide. Di encamê de  rojane asta ava çemê Firatê  bi qasî 2cm dakeve. Heya niha nêzî 6 metere daketiye û golên li pişt bendavên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê miqdarek mezin a avê ji dest daye.

(bb)

ANHA