Di êrişa DAIŞ’ê de 3 endamên Hêzên Ewlekariyê şehîd bûn

Di êrişa bombeyî ya şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya de li ser rêya Hesekê-Reqayê 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û yekî din birîndar bû.

Di êrişa DAIŞ’ê de 3 endamên Hêzên Ewlekariyê şehîd bûn
1 hezîran, 2025   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişa bombeyê ya şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser benda konrolê ya li ser rêya Reqa-Hesekê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

" Şaneyeke çekdar a rêxistina terorîst a DAIŞ’ê vê sibehê saet di 09.00’an  de li ser benda kontrolê ya herêma Sebah El Xêr ya li ser rêya Reqa-Hesekê, mayînek bi erebeya dewriyeyê dewriyeya hêzên me (Beşa Karwan û Rêyan) ve teqand.

 Di encama êrişê de de 3 endamên me dema erka xwe ya parastina rêyan û tevgera sivîlan bi cih dianîn, şehîd bûn. Endamekî din birîndar bû ku niha tedawiya bijîşkî ya pêwîst dibîne. Li gorî agahiyan, mayînek din li herêmê heye. Pisporên mayîn û teqemeniyan ji bo tesbîtkirina cihê mayînê û bêbandorkirina wê lêgerînê dikin.

Ev kiryara terorîst di çarçoveya zêdebûna tevgerên rêxistina DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî jî derdora holê û hin gundên Reqa û Hesekê de hat kirin, nemaze ku di demên dawîn de rêzeêriş û hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya sivîlan çêbûn.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehadeta lehengên xwe radighînin. Em teqez dikin ku wê xwîna wan a pak vala neçe. Hêzên me dê erka xwe ya pîroz a têkoşîna li dijî terorê bidomînin heta ku wê bermahiyên vê rêxistina sûcdar ji kolê rakin. Em radighînin ku der barê vê kiryarê nemerdane de operasyonên legerîn û lêkolînan hatiye destpêkirin. Kesên hewl didin ewlehiya herêmên me û gelê me têk bibin dê ji ceza nefilitin."

(bb)