Li Amûdê bi sedan gund û dibistana bê av û kehrebe ne

Dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Amûdê bi sedan gund û dibistanên Amûdê bê kehrebe û av hiştiye. Şaredariyên Gel bi rêya sahîrcan avê belav dike.

Li Amûdê bi sedan gund û dibistana bê av û kehrebe ne
Li Amûdê bi sedan gund û dibistana bê av û kehrebe ne
Li Amûdê bi sedan gund û dibistana bê av û kehrebe ne
Li Amûdê bi sedan gund û dibistana bê av û kehrebe ne
Li Amûdê bi sedan gund û dibistana bê av û kehrebe ne
19 sibat 2024   05:36
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN-XALID ETÊ

Şaredariya Gel a Tiwêz ê Amûdê sibê zû berê xwe didin gundan û avê li malan belav dikin. 

Endamê rêveberiya şaredariyê Ehmed Mihemed diyar kir ku ev çareserî bi lez û demkî ye û ev agahî parve kir: " Li 33 gundên bajarokê av bi rêya 3 sahrîcan tê belavkirin. Em bi şev û roj dixebitin ji bo ku avê ji welatiyan re peyda bikin."

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundewarê Amûdê de kehrebe qut bûye, bi wê re 24 bîr rawestiyan û av ji ser 200 gundan qut bû.

` HÊMANÊN JIYANÊ YÊN HERÎ BESÎT PEYDA NABIN`

Gundiyê bi navê Mihemed Ebduselam Hemîd ê ji gundê Um El Rebî got: "Wekî min 500 mal li gund em hewl didin avê peyda bikin. Ji ber wan êrişên hovane êdî hêmana herî besît a jiyanê yanî av li gundê me peyda nabe."

Hemîdê 70`ê salî hewldanên şaredariyê ji bo peydakirina avê silav kir û di heman demê de got: "Ev hewldan têrê nake."

DIBISTAN BÊ AV IN

Êrişan bi awayekî mezin zirar li dibistanan kir. Li gorî daneyên Desteya Perwerdeyê ya kantona Cizîrê, ji ber êrişan hezar û 22 dibistan bê av û kehrebe ne.

Endamê Rêveberiya Dibistana Seretayî ya gundê Um El Rebî Hisên Mihemed diyar kir ku beriya êrişan, şert û mercên li vir baş bûn, lê di encama wan êrişan de 300 şagirt li dibistanê bê av mane.

46 dibistan di encama êrişan de bê av û kehrebe ne. Têkildarî mijarê Hisên Mihemed  da zanîn ku şaredarî avê ji dibistana re peyda dike.

Tê zanîn ku di encama êrişên balafirên şer û bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ên ji 13`ê Çileyê heta 15`ê Çileyê de li piraniya navçe û bajarên kantona Cizîrê û navçeya Eyn Îsayê stasyonên kehrebeyê, stasyonên petrolê û gazê yên li Tirbespiyê, Dêrik û Rimêlanê ji xizmetê derketin.

(şx)

ANHA