Meclisa Gelan a  Demokratîk amadekariya dengdana qanûnan dike

Piştî Hevpeymana Civakî di Cotmeha 2023'yan de hat ragihandin, Meclisa Gelan a Demokratîk xwe ji bo dengdana li ser gelek projeyên qanûnan û endamên gelek saziyan amade dike.

Meclisa Gelan a  Demokratîk amadekariya dengdana qanûnan dike
19 sibat 2024   04:35
REQA
EHMED EL ESAF

Di meha Çileyê de Meclisa Gelan a Demokratîk ji bo amadekirina reşnivîsên qanûnan gelek komîte amade kirin û makanîzmaya xebatê ya komîseriya bilind a hilbijartinan, dadgeha parastina Hevpeymana Civakî û saziya giştî ya şopandina aborî û jimaryariyê diyar kir.

Di wê çarçoveyê de hevserokê meclisê Ferîd Etê ji ajansa me re axivî û wiha got: "Me reşnivîsa qanûnê ya dadgeha parastina Hevpeymana Civakî, qanûna şaredariyan, qanûna hilbijartinan û reşnivîsa xebatê ya komîseriya bilind a hilbijartinan amade kirin."

Etê wiha domand: "Her wiha nav û pêşniyarên Meclisa Gelan Demokratîk, Meclisên Gelan, Meclisên Edaletê yên kantonan kirin hatin komkirin û ew ê di çend rojên bê de tevî qanûnan bên erêkirin."

Etê destnîşan kir ku piştî erêkirina qanûn, kesan û nûkirina wan saziyan ew ê komîseriya bilind a hilbijartinan ji bo destpêkirina pêvajoya hilbijartinan erkdar bikin û got: "Meclisa Gelan a Demokratîk dê van xebatên qanûnî di mehên Sibat û Adarê de bi dawî bike."

Etê diyar kir ku hilbijartina meclis û komînan, piştre meclisên rêveber û meclisên gel dê piştî hilbijartinên şaredariyan di Nîsana bê de dest pê bikin.

Etê da zanîn ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên di Çileya borî de pêkanîna bendên hevpeymana civakî hatin derengxistin.

(mh)

ANHA