Li Risten ê Humisê pevçûn û qedexeya çûn û hatinê

Di encama pevçûna li bajarê Risten ê Humisê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek welatî birîndar bûn. Ji ber wê rewşê qedexeya çûn û hatinê li nav bajêr hat ferzkirin.

Li Risten ê Humisê pevçûn û qedexeya çûn û hatinê
18 sibat, 2024   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li bajarê Risten ê bakurê Humisê pevçûn derket. Li hember wê pevçûnê hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê bê deng man û tu destwerdan ji bo rawestandina pevçûnê nekirin, ji ber wê jî şênî nerazîbûna xwe nîşan da. Di encama pevçûnê de heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest da û hin welatî birîndar bûn.

Pevçûn di navbera koma "Foca Destwerdana Lezgîn" a Lîwa 47ˊan a girêdayî Îranê û çekdarên ji bajarê Risten de derket. Di encamê de qedexeya çûn û hatinê li nav bajêr hat pêkanîn.

SOHR'ê da zanîn ku şêniyên bajêr êdî ditirsin li nav bajêr bigerin nexasim hemwextî tunebûna hêzên ewlekariyê û bendên kontrolê yên hikumeta Şamê.

 (mh)