Li Almanyayê standa agahdarkirinê ya ji Rojava statu di hefteya 8’an de ye

Xebatên agahdarkirinê ku bi dirûşmeya, “Ji Rojava re statu, ji Rêber Apo re azadî” dewam dikin, di hefteya 8’an de ye.

Li Almanyayê standa agahdarkirinê ya ji Rojava statu di hefteya 8’an de ye
18 sibat, 2026   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Standa agahdarkirinê ku li bajarê Stuttgart ê Almanyayê hatiye danîn, di hefteya 8’an de dewam kir. Gelê bajêr eleqe nîşanî standên ku “Ji Rojava re statu, ji Rêber Apo re azadî” dewam dikin da.

Gelek kes serdana standa ku bi hevkariya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk û Komîteya Piştevaniya bi Rojava re dewam dike, kirin û derbarê geşedanên li Roajva û pêvajoyên siyasî yên gengaz agahî girtin. Her wiha pirsîn ku bê ka çawa dikarin piştevaniyê li hemberî dorpêça li Kobanê dewam dike bikin û bi kijan rêyan alîkariyê bikin.

Organîzatoran destnîşankirin ku heta ku dorpêça li ser Kobanê were rakirin, wê çalakî û xebatên agahdarkirinê bi biryardarî dewam bikin.