Mazlûm Ebdî hatina Remezanê li cîhana îslamî pîroz kir

Fermandarê Giştî yê QSDˊê bi boneya hatina meha Remezanê peyamek pîrozbahiyê da, banga aştî û jiyana hevbeş kir û hêvî kir ku koçber di demek nêz de vegerin warên xwe.

Mazlûm Ebdî hatina Remezanê li cîhana îslamî pîroz kir
18 sibat, 2026   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya hatina meha Remezanê ku li Sûriyeyê sibe roja yekemîn e, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li ser platfroma xwe Xˊê peyamek pîrozbahiyê ji cîhana îslamî re şand û hêvî kir ku ev meha pîroz bibe meha dilovanî, aştî û aramiyê.

Ebdî di peyama xwe de şehîd, birîndar û malbatên wan bi bîr xistin û banga xurtkirina jiyana hevbeş û dûrketina ji gotinên kîndariyê kir.

Ebdî hêvî kir ku meha Remezanê bibe wesîleya vegera nêzîk a koçberan li malên xwe yên Serêkaniyê, Efrîn û tevahî deverên dîtir û got: "Remezana we pîroz be, her sal hûn di xêr û xweşiyê de bin."

(fr)