Desteya jîngehê: Êrişên dagirkeran ziyeneke mezin li jîngehê kiriye

Desteya Jîngehê ya kantona Cizîrê diyar kir ku bombebarana dewleta Tirk a dagirker ziyaneke mezin li jîngehê kiriye. Desteyê bang li civata navneteweyî kir ku ji bo rakirina bandora van ziyanan alîkariyê bike.

Desteya jîngehê: Êrişên dagirkeran ziyeneke mezin li jîngehê kiriye
28 cotmeh, 2024   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di êrişan de zeviyên petrolê û kargehên parzûnkirina petrol jî bûn armanc û ziyaneke mezin li jîngeha herêmê bû.

Der barê mijarê de Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê li pêşiya navendê xwe ya li bajarê Hesekê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên desteyê ji aliyê hevserokê desteyê Mihemed Ehmê ve hate xwendin.

Ehmê behsa kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jîngehê kir û kiryarên li Efrînê pêk tên wek mînak nîşan dan. Ehmê bal kişand ser birîn û şewitandina daran li Efrînê û kolana bîrên avê bêserûber li Serêkaniyê û Girê Spî.

Her wiha Ehmê di xaxuyaniyê de da zanîn ku êrişên dagirkeriya Tirk ên vê dawiyê ziyaneke mezin gihandine jîngeha herêmê. Her wiha diyar kir ku bermahiyên çek û teqemeniyê dê bandoreke neyînî li ax, av û hewayê bikin.

Ehmê got ev êriş jiyan û hebûna mirovan dixin ber metirsiyê û bang li hêzên navneteweyî û herêmî û rêxistinên mafên mirovan, bi taybet rêxistin, tevger û saziyên têkildarî kar û barên  jîngehê kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker bişopînin, belge bikin û wek sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê û jîngehê bi nav bikin.