Leşkerekî UNIFIL‘ê li başûrê Lubnanê hat kuştin

UNIFIL‘ê ragihand ku baregeheke wê li başûrê Lubnanê hat hedefkirin, di encamê de leşkerek hat kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Leşkerekî UNIFIL‘ê li başûrê Lubnanê hat kuştin
4 hezîran, 2026   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêza Xebatê ya Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL) ragihand ku baregeha wê ya li başûrê welat hat topbarankirin, di encamê de endamekî wê hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

UNIFIL‘ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku êriş duh derengî şevê pêk hat.

Çavkaniyekî ewlehiyê ji AFP‘ê re got top li baregeha UNIFIL‘ê ya li gundê Îbil El Seqî ketine.

UNIFIL‘ê diyar nekir ku êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

(bb)