Ezmûnên refên 9 û 12 dest pê kirin

Li herêma Cizîrê û bajarê Kobanê ezmûnên refên 9 û 12‘an dest pê kirin.

Ezmûnên refên 9 û 12 dest pê kirin
4 hezîran, 2026   11:05
QAMIŞLO

Li parêzgeha Hesekê ezmûnên refên 9 û 12`an ên materyalên Rêveberiya Xweser û yên rejîma berê dest pê kirin.

Ezmûnên materyalên Rêveberiya Xweser li gorî sîstema wê tenê yên xwendekarên serbest in. Ezmûnên materyalên rejîma berê jî yên xwendekarên giştî û serbest in.

Hejmara xwendekarên refa 12`an (serbest) ên Rêveberiya Xweser, ku ezmûnên xwe li 11 navendên li bajarên Qamişlo, Hesekê û Dêrikê pêşkêş dikin, 2 hezar û 860 xwendekar in.

Li gorî agahiyên ku Nivîsgeha Ragihandinê ya Mûdîriyeta Parêzgeha Hesekê dane me, li 57 navendên li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Serêkaniyê, Şedadê û Til Koçer, 14 hezar û 425 ezmûnên refa 9`an pêşkêş dikin, li heman navendan 18 xwendekarên qonaxa Navîn a Şerîetê (ol) ezmûnan pêşkêş dikin.

Ezmûnên refa 12`an (zanistî û wêjeyî) a materyalên Rêveberiya Xweser îro dest pê kir. Di 6 `ê Hezêranê de wê ezmûnên refa 9`an dest pê bike.

Her wiha bernameya refa 9 û qonaxa Navîn a Şerîtê ya materyalên rejîma berê îro dest pê kir û yên refa 12`an jî 6`ê Hezîranê dest pê bike.

Qonaxa birêvebirina ezmûnan bi komîteyên hevbeş ên girêdayî Mûdîriyeta Perwerdeyê ya parêzgeha Hesekê û nûnerên ji Desteya Perwerdeyê ya Cizîrê pêk tê. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi erka xwe ya parastinê radibin û ji bo ku xwendekar di rewşeke ewle de ezmûnên xwe pêk bînin, li ber navendên ezmûnan in.

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê jî 207 xwendekarên serbest ên refa 9‘an dest bi ezmûnan kir.

Xwendekaran ji saet 08:00‘an ve berê xwe dan dibistana Şehîd Seydo ya bajarê Kobanê û dest bi ezmûnan kir. Ezmûn wê hefteyekê dewam bikin.

(sb/ci)

ANHA