Hîlala Zêrîn bernameya çalakiyên ji bo piştgiriya YPJ’ê ragihand 

Tevgera Hîlala Zêrîn bernameya çalakiyên xwe yên ji bo piştgiriya YPJ’ê ragihand.

Hîlala Zêrîn bernameya çalakiyên ji bo piştgiriya YPJ’ê ragihand 
4 hezîran, 2026   12:52
QAMIŞLO

Tevgera Hîlala Zêrîn a Rojava bi dirûşma “Em hemû YPJ ne, YPJ hebûna me ye” piştgirî da kampanyaya piştgiriya ji Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re. 

Hîlala Zêrîn dê konser, pêşandana şanoyê û pêşangehên wêneyan li dar bixe. Di van çalakiyên hunerî de dê jiyana şervanên YPJ’ê, têkoşîna YPJ’ê li hemberî DAIŞ’ê, destkeftiyên YPJ’ê bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane qezenckirin, bên nîşandan.

Bernameya çalakiyên Hîlala Zêrîn wiha ye:

PÊŞANGEH Û ŞANO

Qamişlo

Dê 10’ê Hezîranê (2026) şanoyên “Pêt û Ar” û “Tola Kezî” bên pêşandan û pêşangeheke wêneyan bê lidarxistin. Dê çalakî saet di 11.00’an de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bên lidarxistin.

Hesekê

13’ê Hezîranê dê heman şano û pêşangeheke wêneyan bên pêşkêşkirin. Dê çalakî saet di 11.00’an de li Navenda Hîlala Zêrîn bê lidarxistin.

Dêrik

22’yê Hezîranê heman şano bên pêşandan û pêşangeheke wêneyan bê lidarxistin. Çalakî dê saet di 11.00’an de li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê bê lidarxistin.

KONSER

Li Dirbêsiyê 8’ê Hezîranê, saet 18.00’an li Parka Şehîd Zevîn.

Li Dêrikê 15’ê Hezîranê, saet 18.00’an li Parka Dîcle.

Li Hesekê 20’ê Hezîranê, saet 18.00’an li Parka 4’ê Nîsanê.

Li Qamişloyê 24’ê Hezîranê, saet 18.00’an li Parka Azadî.

26’ê Nîsanê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava bi dirûşma “Em hemû YPJ ne” kampanyaya piştgiriya YPJ’ê dabû destpêkirin. Heta niha gelek çalakî hatine lidarxistin. Her wiha ji cîhanê û Rojhilata Navîn gelek kesayet û tevgerên jinan piştgiriya xwe ji bo YPJ’ê nîşan didin. 

(bî)

ANHA