Lêkolînera ji Misrê: Hilbijartinên Îsraîlê prensîbên wê yên stratejîk naguherîne

Lêkolîner Dîna Yaqûb destnîşan kir ku hevpeymana Eisenkot ne nêzîkatiyeke kêmtir leşkerî ji hevpeymana Netanyahu bi awayekî mutleq qebûl dike û ne jî bêtir meyldarê şer e û got "Cudahiya di navbera wan de di şêwaza rêvebirina pevçûnan û bikaranîna amûrên leşkerî û dîplomatîk e, di heman demê de ne di armancên bingehîn ên ewlehî û stratejîk ên Îsraîlê de ye, lê di nirxandina asta guhertinên di siyaseta derve ya Îsraîlê de ye.” 

Lêkolînera ji Misrê: Hilbijartinên Îsraîlê prensîbên wê yên stratejîk naguherîne
7 mijdar, 2026   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN 

Lêkolînera ji Misrê Dîna Yaqûb têkildarî hilbijartinên Îsraîlê yên 27‘ê Cotmehê, li gel pêşbaziya di navbera Benjamin Netanyahu û Gadi Eisenkot de ji bo serokwezîrtiyê, bandora hilbijartinê li ser siberoja stratejiya Îsraîlê, hevsengiyên li Rojhilata Navîn, şerê li Xeza, Îran, geşedanên li Sûriye û Lubnanê, her wiha zextên navneteweyî yên li ser Îsraîlê nirxandin.

Di vê çarçoveyê de Dîna Yaqûb anî ziman ku nirxandina encama hilbijartinan ne tenê bi guhertina desthilatdariyê ve sînordar bimîne û got divê Netanyahu û Eisenkot di rêvebirina dosyayên siyasî û ewlehiyê de ji hevdû cûda bin û gelo hikûmeta nû dê çiqasî amade be ku prensîbên siyaseta Îsraîlê di ber çavan re derbas bike.

ALOZIYA AVAKIRINA HIKUMETÊ

Dîna Yaqûb diyar kir ku hevbendiya berê ya ku desthilatdar bû nikarîbû dengên xwe yên di perlemanê de biparêze û destûr nade muxalifan ku ew hikûmetê ava bikin. Serokên 5 partiyên muxalif di 3`ê Mijdarê de eşkere kir ku ew dengê xwe didin Eisenkot û amade ne der barê bernameya wê û rêkeftinên koalîsyonê de peyman çêkin û destbi dan û standinan bikin. Lê hîna zelal nebûye dê çawa bi partiyên ereb re bidin û bistînin û ev yek bandorê li ser rewşa perleman dike.

Di berdewamiya axaftina xwe de Dîna got: "Êdî mesele ne tenê bi Netanyahu ve girêdayî ye û ew desthilatdariya xwe biparêze. Eisenkot jî çiqasî dikare hevbendiya opozîsyonê veguherîne koalîsyoneke desthilatdar a yekgirtî. Di vê rewşê de helwesta partiyan der bare pirsgirêkên dîn û ewlehiyê de û siberoja têkiliya bi partiyên erebî re jî hîna ne diyar e."

DOSYAYA ÎRANÊ

Der barê dosya Îranê de Dîna Yaqûb got: "Dosya Îranê bandorê li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îsraîlê dike. Heke hikûmet were guhertin bandorê li ser helwesta Îsraîlê ji Tehran re nake. Netanyaho û Eisenkot li hev dikin ku bernameya nokleerî ya Îranê li ser Îsraîlê tehdîdeke stratejîk e û divê çekên nukleerî di destê Îranê de nebe û ev mesele tenê leşkerî çareser dibe. Lê dibe ku rê û rêbazên Netanyaho û Eisenkot di rêvebirina şer de cûda be. Netanyaho ji aliyê siyasî û leşkerî ve zext li Îranê dikir. Eisenkot dê hewl bide ji aliyê dîplomasî ve zextê li Îranê bike, Îran navneteweyî di bin kontrolê de be, giranî bide karê îstixbaratê û dema were xwestin di aliyê leşkerî de jî amade be. Hêza Îranê ya nukleerî sînordar bike. Di vê rewşê de dibe ku Eisenkot jî hêzê bikarbîne û dê ji aliyê ewlehî, leşkerî û dîplomasî ve rê û rêbazên xwe biguherîne. Di mijara şerê bi Îranê re dê hemahengiya Îsraîl bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re bidome. Bi taybet tê gotin li ser ewlehiya kendavê, rêyên deryayî û bazarên enerjiyê dibe ku şer dîsa çêbe."

SIBEROJA ŞERÊ LI XEZAYÊ

Ji bo pirsgirêka Filistînê jî Dîna Yaqûb got: "Der barê avakirina dewleteke Filistînî ya ser bi xwe diyar nabe ku cûdahî di navbera Netanyaho û Eisenkot de heye. Her du jî di van şert û mercên siyasî de qebûlnakin ku dewleteke Filistîn a ser bi xwe were avakirin. Her wiha ji bo wan girînge ku herêma di navbera çemê Urdun û Deryaya Spî de di bin parastina Îsraîlê de be. Ji bo Îsraîl bi temamî xwe ji Xezayê bikişîne divê Hemas çekên xwe deyne û Xezayê ji bi bin desthilatdariya wan de derkeve. Dibe ku Eisenkot pêvajoya şer mîna berê bi rê ve nebe. Dê guh bide insiyatîfên navneteweyî û rêkeftinên siyasî û dibe ku rêveberiya Hemasê bi vê yekê were guhertin. Lê şerte ku ewlehiya Îsraîl biparêzin. Heke aliyên Filîstînî, herêmî û navneteweyî vê yekê qebûlbikin dê bi ser bikeve."

Rewşa Şerîdaya Filistînê jî nirxand Dîna Yaqûb got: "Nêrîna Netanyaho û Eisenkot ji bo Şerîdaya Filistînê ji hevdû cûda ye. Eisenkot di aliyê prensîb de piştgiriyê dide niştecîkirine lê ew dixwaze di çarçoveya qanûnên Îsraîl de tevbigere. Ew li dijî ye ku nişticihên ji derve tundiyê li Filistîniyan bikin. Her wiha ew li dijî projeya E1`yê ye, dibe ku aliyê erdnîgarî ve bandorê li ser Filistîn, rojava û başûrê Filistîn û Qudsa rojhilat bike. Ev helwesta Eisenkot nayê wateya ku ew qebûldike dewleta Filistîn a ser bi xwe çêbe û mafên siyasî yên Filistîniyan were dayîn."

LUBNAN, SÛRIYE Û TEHDÎTÊN HERÊMÎ

Dîna Yaqûb rewşa Lubnanê jî nirxand û got: "Dema ku Eisenkot bibe serokê hikûmetê nayê wateya ku polîtîka Îsraîlê li hemberî zexta leşkerî ya li ser Hizbullah bi dawî bibe. Hizbullah li ser ewlehiya Îsraîlê xeter dibînin. Lê dibe ku Eisenkot hîn zêdetir girîngiyê bide rolê dîplomasî yê DYA`yê û Frensayê, bi saziyên Lubnanê û taybet bi artêşa Lubnanê re bixebitê. Ew ê di aliyê ewlehiyê de hêza Hizbullah sînordar bikin. Rê û rêbazên xwe yên rêvebirina dosya Lubnê cûda be.

Li Sûriyeyê jî Îsraîl girîngiyê dide ewlehiya sînorê bakurê Sûriyeyê û tevgera Îranê li Sûriyeyê. Guhertina rêveberiya Îsraîlê dibe ku bandorê li ser rê û rêbazên rêvebirina eniya Lubnan û Sûriyeyê bike."

Ji bo têkiliya Îsraîl bi DYA`yê û dewletên Ewropayê re jî Dîna got: "Heke Eisenkot were ser desthilatdariyê dibe ku di têkiliya Îsraîlê bi DYA`yê û dewletên Ewropayê re hinekî were guhertin. Di van salên dawiyê de ji ber şerê Îsraîlê li Xezayê zext lê kirin. Her wiha Îsraîl, DYA`yê û dewletên Ewropayê li ser siyaseta Îsraîl li Filistînê li hev dû nakin. Eisenkot dê hewl bide ku têkiliya xwe bi DYA`yê û rojavayî re xweş bike û baweriyê bidin Îsraîlê. Lê Îsraîl helwesta xwe ji bo pirsgirêka Filistînê nade guhertin û qebûlnake ku dewleta Filistînê were avakirin."

TÊKILIYA ÎSRAÎL Û MISRÊ

Dîna Yaqûb ji bo têkiliya Misrê û Îsraîl jî got: "Hilbijartinên Îsraîlê ji bo Misrê girîngin. Rewşa ewlehiyê ya Misrê bi rewşa Xezayê û siberoja pirsgirêka Filistînê ve girêdayî ye. Ewlehiya Deryaya Sor û Spî jî mijara gotinê ye. Şerê li Xezayê û dema pirsgirêk siyasî çareser nabe bandorê li ser sînorê Misrê dike. Qahîrayê qebûlnake ku Filistîniyan ji Xezayê derxînin û koçberî Misrê bikin. Misir hewl dide Filistîn neyê parçekirin. Girîngiya hilbijartinên Îsraîlê ji bo Misrê ne tenê di guhertina serokê hikûmetê de ye, siyaseta Îsraîl ji Xezayê, sînorên Misrê, pirsgirêka Filistîn û hevsengiyên herêmî ji bo Misrê girîng e."

Dr. Dîna Yaqûb: Mamosteya Zanistên Siyasî û têkiliyên navneteweyî ya Zanîngeha Bedir li Qahîreyê. Lêkolînera têkiliyên navneteweyî, analîzvana siyaseta derve û pirsgirêkên ewlehiyê li herêmê û kar û barên Rojhilata Navîn.