Netanyahu: Em ji wergirtina alîkariyê ya ji Amerîkayê derbasî hevkariyê dibin

Serokwezîrê Îsraîlê li ser ragihandina serok Trump a rawestandina alîkariya leşkerî ya DYA’yê ji bo Îsraîlê axivî û diyar kir ku Îsraîl bûye welatekî xurt û têkiliya di navbera her du welatan de ji qonaxa wergirtina alîkariyê derbasî qonaxa hevkariyê dibe.

Netanyahu: Em ji wergirtina alîkariyê ya ji Amerîkayê derbasî hevkariyê dibin
6 mijdar, 2026   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîr Benjamin Netanyahu îro ji bo cara yekem bersiva ragihandina Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump da û got Trump ragihandibû ku ew dixwaze heta dawiya îsal dawî li alîkariya leşkerî ya DYA’yê ji bo Îsraîlê bîne. Netanyahu diyar kir ku têkiliya di navbera her du welatan de ji qonaxa alîkariyê ber bi qonaxa hevkariyê ve diguhere.

Netanyahu di peyameke xwe ya li ser medyaya civakî de destnîşan kir ku alîkariya leşkerî ya DYA’yê ji bo Îsraîlê, her tim di nav her du partiyên sereke yên DYA’yê de xwedî lihevkirinekê bûye. Netanyahu bal kişand ser wê yekê ku Îsraîlê ev alîkarî ji bo parastina xwe û rûbirûbûna dijminên ku ji bo DYA û Rojava jî gef in, bi kar aniye.

Netanyahu anî ziman ku Îsraîl niha xwedî aboriyeke xurt û aram e û derbasbûna ji alîkariyê ber bi hevkariyê ve, ku bi Trump re li ser hatibû lihevkirin, wekî nîşaneya hêz û berxwedêriya têkiliyên dualî, şiyana wan a ji bo adaptasyon û mayîndebûna di demeke dirêj de, bi nav kir.

Sêşema borî, Trump di hevpeyvîneke xwe ya li gel kanala Fox News de ragihandibû ku ew dixwaze alîkariya leşkerî ya ji bo Îsraîlê rawestîne. Trump gotibû ku Îsraîl welatekî dewlemend e û êdî pêdiviya wê bi alîkariyeke wiha nîne, eger hîn jî pêdiviya Îsraîlê pê hebûya, Washingtonê dê ew alîkarî berdewam bikira.

(f)