Meşa azadiyê û duriyanên 19’ê Tîrmehê

Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi tecrûbeyên xwe yên 12 salan di nav gelan, hêzên şoreşger, demokrat û sosyalîst de nîqaşên girîng dan meşandin; rengê modela xweseriyê zelaltir kir.

Meşa azadiyê û duriyanên 19’ê Tîrmehê
17 tîrmeh 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Di dîrokên gelan de duryan û rojên girîng hene ku mohra xwe li siyaset, leşkerî, çandî û aborî didin. Ev roj qasî li hundir li derve jî deng vedidin û bandor çêdikin. 12 sal beriya niha, an ku roja 19`ê Tîrmeha 2012`an li bajarê Kobanê pêvajoyeke wiha dest pê kir. Pêla ku bi pêşengiya Kurdan dest pê kir piştre li tevahiya herêmê bi beşdariya gel, çand û baweriyên din veguherî pergala xwerêvebirinê. Cihê destpêkirina şoreşê xwedî taybetmendiyeke girîng e. Nexasim Kobanê di dîroka Kurd û gelan de wekî cihên destpêkan jî tê naskirin. 

Navê Kobanê cara yekem sala 1979`an de di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye. 2`yê Tîrmeha heman salê de Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna azadiyê ya hemdem dabû destpêkirin, derbasî Kobanê bû. Ev rêwîtiya li gundê Elpelûrê dest pê kir, wê piştre belavî tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn bûbûya.

Şêniyên Kobanê jî wekî bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser vê xetê xwe perwerde û rêxistin kir, gihîştin asta hişmendiyek jiyanek azad.

12'ê Adara sala 2004'an berxwedana li dijî komkujiya li Qamişlo, bibû serdemeke dîrokî. Ji wê demê ve bingeha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat avêtin. Partiya herî mezin a siyasî ya herêmê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di vê demê de (2003) hatibû avakirin. Têkoşîna jinan ku pêşengiya şoreşê kiribaya 2005`an wekî Yekitiya Star veguherî sazûmaniyê.

Wexta pêla "Bihara Gelan" di sala 2010'an de li Tûnisê dest pê kir û piştre li Misir, Lîbyayê sala 2011`an de derbasî Sûriyeyê bû, li Rojava têkoşîn û berxwedana dehan salan a li dijî polîtîkayên tinekirin û înkarê derbasî merheleyek nû bû.

Li gund û bajaran gel xwe di bin sîwana komînan de rêxistin kir. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku sala 2007'an hatibû avakirin û bi veşartî xebat didan meşandin, êdî aşkera kar meşand. 26`ê Kanûna 2011`an cara yekem dibistanên bi zimanê Kurdî hatin vekirin. Yekemîn dibistana serêtayî li bajarê Kobanê bi navê Dibistana Serêtayî ya Şehîd Mamoste Osman Silêman hate vekirin.

Di Cotmeha 2011’an de wekî sîwana sazûmaniyan Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hat damezirandin. Piştre Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku ji 354 kesan pêk dihat û sedî 40’ê wê jin bûn hat avakirin.

19 TÎRMEH

Dema salnameyê 19`ê Tîrmehê nîşan dida çirûska şoreşê li Kobanê hat pêxistin. Cihê ku hatibû hilbijartin jî gelekî girîng bû ku avahiya partiya Baas bû. Ew avahiya tê de nijadperestiyê pêş dixistin niha bûye navenda xwerêvebirina gelên herêmê.

Piştî Kobanê; li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Til Temir û Hesekê gelan rêveberî xistin destên xwe. Li bajaran meclisên gel, li taxan Malên Gel û girêdayî wan jî komîteyên xebatê hatin avakirin.

LI SÛRIYE HILWEŞÎN LI ROJAVA PERGALEK NÛ

Şoreşa gel a Sûriyeyê ya di 15'ê Adara sala 2011'an de dest pê kiribû, bi mudexeleyên hêzên wekî Amerîka, Ewropa, Rûsya, Çîn, Tirkiye û Îran veguherî qada şerê berjewendî, hilweşîn û komkujiyan. Lê şoreşa ku li Kobanê dest pê kir, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê hem di nava hêzên azadîxwaz û demokrat de hêviyek mezin ava kir û nimûneyek pergala alternatîf derxist holê hem jî gelek hesabên hêzên hegemon serûbino kirin.

Jinên ku pêşengiya şoreşê kirin, di qada parastinê de jî gavên girîng avetin û 4`ê Nîsana 2013`an YPJ (Yekîneya Parastina Jin) ava kirin.

HÎMÊN XWERÊVEBIRINÊ

Piştî bi destxistina bajaran sîstema rêveberiyê jî şekil girt. 2'ê Kanûna 2013’an de li Qamişlo Meclisa Çêkirina Qanûnan hat avakirin. Di civînê de biryar hat dayîn ku rêveberiyên Efrîn, Kobanê û Cizîr bibin kantonên xweser. Navê kantonan jî weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat destnîşankirin.

12`yê Mijdara 2013`an Meclisa Giştî ya Damezirîner a Rêveberiya Demkî hat ragihand. Di Kanûna heman salê de Hevpeymana Civakî hate amadekirin. 6’ê Çileya 2014’an li bajarê Amûdê, “Rengê Rêveberiyê”, “Hevpeymana Civakî” û “Qanûnên Hilbijartinê” hatin qebûlkirin.

Zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî bûne zimanên fermî. Rêjeya temsîliyeta jinan a di saziyan de herî kêm ji sedî 40 hat diyarkirin. Li gorî hevpeymana civakî sîstema Rêveberiya Xweser li ser bingeha; Meclisa Zagonsaz, Meclisa Rêveber û Dadgeha Bilind hate avakirin.

Li gorî wê di 21’ê Çileya 2014`an de jî endamên Meclisa Qanûnsaz a Demkî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bajarê Amûdê civiya û Rêveberiya Demkî ya Kantona Cizîrê ragihand. 27`ê Çileyê li Kobanê û 29`ê Çileyê jî li Efrînê Rêveberiya Xweser hat ragihandin.

DÎSA KOBANÊ Û RÛPELEK NÛ

Dema sîstema xweseriyê rengê xwe diyar dikir, dijmînên gelan jî êriş zêdetir kirin û wekî hedef jî çavkaniya şoreşê an ku Kobanê kirin hedefa xwe.

15`ê Îlona 2014`an çeteyên DAIŞ`ê ji çar aliyan ve û bi desteka dewleta Tirkiye êrişî Kobanê kirin. Li dijî van êrişan bi pêşengiya YPG û YPJ berxwedaneke ku li cîhanê deng vedê hat meşandin. Li çar perçeyên Kurdistanê gel rabû ser piyan. Her wiha ji çar aliyên cîhanê şoreşger û demokratan berê xwe dan Kobanê.

Piştî berxwedana 134 rojan, 26`ê Çileya 2015`an Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin. DAIŞ yekemîn car li Kobanê têk çû û 1`ê Mijdarê wekî `Roja Cîhanî ya Kobanê` hate ragihandin. Bi vê berxwedanê Kobanê careke din navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsand. Kurdên çar perçeyên Kurdistanê helwestek yekparê nîşan da. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryan di eniyên berxwedanê de gihîştin hev. Bingeha QSD`ê hat danîn. Têkoşîna şoreşgerî ya enternasyonalîst pêş ket.

RIZGARKIRIN, PARASTIN Û SÎSTEM

Piştî Kobanê herêmên din ên di bin dagirkeriya çeteyan de yek bi yek hatin rizgarkirin, ji bo vê yekê hêzên parastinê hatin xurtkirin. 15`ê Cotmeha 2015`an de sîwana giştî ya leşkerî ku hemû pêkhate tê de cih digirin, wekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hate ragihandin. Li bajaran jî hêzên Asayîşê hatin xurtkirin. Şervanên QSD  û YPJ`ê sala 2015’an Girê Sipî, 2016’an Minbic, 2017’an Tebqa û Reqa rizgar kirin. Li herêmên dihatin rizgarkirin meclisên gel û saziyên jinan hatin avakirin.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

Hêzên dagirker li hemberî berfirehbûn û bandora sîstema xweser raste rast êrişî herêmê kir. Dewleta Tirk a dagirker 20’ê Çileya 2018`an bi komên çeteyan êrişî Efrînê kir. Li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî ya 58 rojan hat nîşandan. Efrîn 18`ê Adara heman salê hat dagirkirin. 9`ê Cotmeha 2019`an di salvegera Komploya Navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatibû, dewleta Tirk a dagiker vê carê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. 

YEKEMÎN NÛNERTÎ

Serkefitên leşkerî û pergala neteweya demokratîk bandor li pêşketinên dîplomatîk jî kir ku ev pergal li derveyî welat deng vedida. Bi vê encamê re yekemîn nûnertiya Rêveberiya Xweser di sala 2015`an de li Silêmaniyê hate vekirin. Piştre li Avusturya, Fransa, Almanya, Rûsya, li ser navê welatên Beneluks (Belçîka, Hollanda, Luksemburg), li Belçîka û li ser navê welatên Îskandînavya (Siwêd, Danîmarka, Fînlandiya, Norweç, Îzlanda) jî li Siwêdê nûnertî hat vekirin. Li Lubnan û Îmaratê jî ofîsên rêveberiyê hatin vekirin.

Bi armanca ahengiya navbera tevahiya herêman û pêkanîna pergala Rêveberiya Xweser 2017’an Federasyona Bakurê Suriyeyê hat îlankirin. Di vê çarçoveyê de pergala rêveberiyê wekî 3 Herêm (Cizîr, Firat û Efrîn) û 6 kantonan (Qamişlo, Hesekê yên girêdayî Herêma Cizîrê, Girê Spî û Kobanê yên girêdayî Herêma Firatê û Efrîn, Şehba yên girêdayî Herêma Efrînê) hat diyarkirin. Minbic, Reqa û Tebqa jî wekî rêveberiyên sivîl hatin diyarkirin. Bi firehbûna erdnîgariyê re di 6`ê Îlona sala 2018`an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin.

Sala 2017`an wekî rêbaza demokratîk cara yekem hilbijartinên şaredariyan hatin pêk anîn.

23`ê Adara 2019’an bajarê Dêrazor bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin û DAIŞ li hemû erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çû.

Ev serkeftin di aliyê naskirina statûya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bandorek mezin çêkir. Yekem car Parlamentoya Herêma Xwesar a Katalonya ya girêdayî Spanyayê di salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê (20`ê Cotmeha 2021) de bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser nas kir.

REQA Û ŞEKLÊ DAWÎ YÊ RÊVEBERIYÊ

Bi mezinbûna pergalê re di aliyê civakî, siyasî, aborî û perwerdeyê de jî nûbûn hatin çêkirin. Di 12`ê Kanûna 2023`yan de Hevpeyaman Civakî ji nûve hat nivîsandin û erêkirin. Li gorî hevpeymana nû ku ji 4 beşan û 134 xalan pêk tê, di pergala Rêveberiya Xweser de guhertin hat çêkirin û navê herêmê weke Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat guhertin. Dîsa pergala herêman (Cizîr, Firat, Efrîn) hat rakirin, kanton esas hatine girtin. Li gorî vê yekê herêm ji 7 kantonan (Efrîn-Şehba, Cizîr, Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrazor, Tebqa) pêk tê.

Li gorî Hevpeymana Civakî, Qanûna Yekitiya Şarêdariyan, Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan û Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat derxistin (2024).

Piştî derxistina qanûnan biryar hat dayîn ku 11`ê Hezîranê hilbijartinên şaredariyan pêk werin û amadekarî hatin destpêkirin. Lê ser daxwaza partî û rêxistinên tevlî hilbijartinan bibin bi armanca temamkirina amadekariyan hat taloqkirin.  

Di sala 13`emîn a şoreşê de pergala Rêveberiya Xweser êdî ketiya rojeva herêm û cîhanê. Li aliyekê bi taybet dewleta Tirkiye plana têkbirina sîstema xweser dike dewrê yê li aliye din Rêveberiya Xweser li gel hewildanên dîplomatîk ji bo naskirina statûya herêmê jî gavên girîng diavêje.

ANHA