Di helîkoptera hatiye xistin de serbazek û 11 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn

Li Zapê gerîlayan derbe li helîkoptereke Skorsky a artêşa Tirk a dagirker xist. 2 pîlot, 2 teknîsyen, efserek û 7 leşkerên di helîkopterê de, birîndar bûn.

Di helîkoptera hatiye xistin de serbazek û 11 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn
17 tîrmeh 2024   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê fedayî yê Apoyî berxwedana xwe ya dîrokî mezin dikin û vê berxwedanê vediguherînin çalakiyên afirîner û dewlemend. Bi vî rengî derbeyên giran li dagirkeran dixin. Hêzên me bi rêbazên encamgir teknîka şer a artêşa Tirk a dagirker hedef digirin. Hêzên me şeva 16’ê Tîrmehê li Zapê li helîkoptereke Skorsky a artêşa dagirker xist. Helîkoptera ku dixwest li qadê bi cih bibe, kete xwarê û îmha bû. 12 dagirkerên di hundirê helîkopterê de birîndar bûn. Tevî ku serbazê bi navê Mustafa û 2 pîlotên di rutbeya tegmen de, 2 teknîsyen, efserek û 7 leşkerên dagirker ên di hundirê helîkopterê de birîndar bûne, artêşa Tirk a dagirker hewl da vê çalakiya mezin a gerîla veşêre.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê ev tişt diyar kirin:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

15’ê Tîrmehê di saet 14.34’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên ku di xwestin kameraya mobesse li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi cih bikin, hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

16’ê Tîrmehê di saet 01.35’an de hêzên me li helîkopterên artêşa Tirk a dagirker ku dixwestin li Girê Newroz a Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi cih bibin, xist. Helîkoptereke Skorsky ji beşê kuriya xwe derbeyek giran xwar û ket qada ku hewl dida lê dakeve. Hat tespîtkirin ku di vê helîkopterê de serbazê bi navê Mustafa û 2 pîlotên di rutbeya tegmen, 2 teknîsyen, efser û 7 leşkerên dagirker birîndar bûne.

17’ê Tîrmehê saet di 00.45 û 02.00’an de hêzên me yên YJA Starê mudaxeleyî tevgera helîkoptera li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar kir.

16’ê Tîrmehê saet di 19.40’an de li droneke ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate xistin û hate îmhakirin.

17’ê Tîrmehê saet di 01.30’an de bi taktîka sabotajê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate xistin. Di encama çalakiyê de projektorek, kamereyeke mobesse û teqemeniyên ayîdê dagirkeran hatin îmhakirin.

15’ê Tîrmehê saet di 16.35’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û derbe li çeperekê hate xistin.

16’ê Tîrmehê saet di 13.15 û 17.45’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û çeperek hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

16’ê Tîrmehê saet di 18.40’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Li herêma Metînayê;

16’ê Tîrmehê saet di 00.30’an de hêzên me mudaxileyî tevgera helîkoptera li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî kirin. Piştî mudaxeleya hêzên me, helîkopter neçar ma ku ji qadê dûr bikeve.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;

16’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

15 û 16’ê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, Girê Şehîd Hêmin, Lolan, Kolît, Sinînê û Girê Şehîd Hawar ên herêma Xakurkê 12 caran, qadên Girê, Zengil û Deşta Kafya yên herêma Garê 3 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya herêma Metînayê 2 caran; bi giştî 20 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

15, 16 û 17’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Qada Berxwedanê ya Serê Metîna ya herêma Metînayê, bi helîkopterên êrişê hatin bombebarankirin.”