Koçberên li Efrînê êrişî şêniyekî kir
Koçberên sûriyeyî yên li şûna şêniyên resen ên Efrînê bi cih bûne, êrişî malekê kir û xwediyê wê birîndar kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku koçberên sûriyeyî yên li şûna şêniyên resen ên Efrînê hatine bicihkirin, bi ser mala şêniyê bi navê Mezlûm Îsmaîl Reşîd ê ji gundê Ibêdan ê bajarokê Bilbilê de girtiye û lê daye.
Hate zanîn ku Reşîd birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyeke bajarê Efrînê.
Rêxistinê destnîşan kir ku êriş, bi armanca dizî û talankirina malê bûye.
(şx)